Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo malbata Yurî Nebiyev

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo malbata Yurî Nebiyev

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yurî Nebiyev peyameke sersaxiyê belav kir. 

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yurî Nebiyev peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kulturî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel gelê Kurd Mamosta Yurî Şamîl Nebiyev gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowê koça dawî kiriye. Mamosta Yurî Nebiyev kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke ber bi çav di yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yurî Nebiyev û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad be.

Mesûd Barzanî

06.07.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin