Peyama ku Jeffrey da aliyên Kurdî yên Rojava aşkere bû

Peyama ku Jeffrey da aliyên Kurdî yên Rojava aşkere bû

Li gel zêdekirina hejmara serbazên Amerîkî ku herî dawîn jî Washingtonê 100 serbaz şandin, Şanderê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey serdana Rojavayê Kurdistanê kir û peyama welatê xwe bi dest gihand aliyên Kurdî û daxwaz jê kir ku di z

A+A-

Piştî 16 civînan ku Amerîka di tevahiya wan de beşdar bû, herdu aliyên Kurdî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li ser Lêvegera Siyasî li hev kirin û li gor zanyariyan gelek nemaye ku li ser çawaniya rêvebirina deverê jî li hev bikin.

Sema Bekdaş, Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, “Sedî 40 ji PYD û SEDî 40 ji ENKSê re, herwiha 20 a mayî jî ji kesên serbixwe û partiyên din re, heta niha e wisa li hev kiriye. Niha xala rêveberiyê tê gotûbêjkirin.”

Herdu aliyan ji bo avakirina Lêvegera Siyasî li hev kirine û niha 5 xalên din ên sereke hene ku ENKS dixwaze gotûbêj li ser bên kirin; girêdana bi PKKê, kerta perwerdehiyê, dibistanên leşkeriya neçar di nav wan de jî mijara vegera Pêşmergên Roj, peymana civakî û girtiyên siyasî. Lê rêveberiya niha nayê hilweşandin û tenê dê valahiyên wê bên tijîkirin.

Mihemed Saed Wadî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDKS) dibêje, “James Jeffrey helwesta Amerîkayê da xuyakirin. Wezareta Derve û Pêntagon pê re bûn, xwest nameyekê bide herdu aliyan, divê zû rêk bikevin. Diyar e ew jî dixwazin beriya hilbijartinên xwe bigihijin rêkeftinê, beriya hilbjartinên Serokatiya Amerîkayê.”

Heta niha atmosfera danûstandinên aliyên Kurdî bi awayekî nerm birêve diçe. Piştî bidawîkirina mijarên siyasî û rêvebirinê biryar e di qonaxa sêyem de dosyeya serbazî bê vekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin