Peyama CENTCOMê li ser canjidestdana Cîgira Mazlûm Ebdî

Peyama CENTCOMê li ser canjidestdana Cîgira Mazlûm Ebdî

.

A+A-

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo Fermandara Giştî ya Odeya Operasyonên Hevbeş a Hêzên Hevpeymanan û HSDê û her wiha Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) a ku 22ê Tîrmehê di êrîşa droneke Tirkiyê de li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest da, sersaxî xwest. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî di peyama xwe ya ji bo Selwa Yûsif de diyar kir ku ew ê tola xwe hilînin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) îro Şemiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê peyama sersaxiyê weşand.

CENTCOMê di peyama xwe de got, “Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif bi nasnavê ‘Jiyan Efrîn’ di 22ê Tîrmehê de li bajarê Qamişloyê di encama êrîşan de tevî 2 rêhevalên xwe yên jin hatin kuştin. Selwa Yûsif di şerê li dijî DAIŞê bi îdeolojiya xwe fermandareke girîng a HSDê bû. CENTCOM ji malbatên 3 şervanên HSDê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û HSDê re sersaxiyê dixwaze.”

Salwa Yusuk (AKA Ciyan Afrin) a Deputy Commander of the Syrian Democratic Forces (SDF) - along with 2 fellow female fighters - was killed in an attack near Qamishli, Syria, on July 22, 2022.

[1 of 2] pic.twitter.com/En887gyU1f

— U.S. Central Command (@CENTCOM) July 24, 2022

Her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê anî ziman, “Fermandara Operasyonên Hevbeş a bi Hevpeymana Navdewletî re, Jiyan Efrîn bi hevrêyên me Roj û Barîn re, bi lehengî di şerê li dijî DAIŞê de cih girtin û mirovahî rizgar kirin. Armanca Tirkiyê têkbirina şerê li dijî DAIŞê ye. Ji bo rawestandina binpêkirinan divê hevkar zêdetir hewl bidin. Em ê tola xwe hilînin.”

قائدة العمليات المشتركة مع التحالف الدولي جيان عفرين ورفيقاتنا روج وبارين، بطلاتٌ شاركن في الحرب ضد تنظيم داعش وإنقاذ البشرية من براثنه.
استهداف تركيا لهن، انتهاكٌ يقوض الحرب على داعش.
على الشركاء بذل المزيد من الجهود لإيقاف هذه الاعتداءات.
لن نلتزم الصمت وسننتقم لشهدائنا. pic.twitter.com/y9jQhYPOa9

— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) July 24, 2022
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin