”Pêwîst e zûtirîn dem Kurd bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe"

”Pêwîst e zûtirîn dem Kurd bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe"

Serokê Koma Demokratan di Senatoya Amerîkayê de senator Chuck Schumer banga naskirina dewleta Kurdistanê li rêveberiya Turmp kir

A+A-

Senator Chuck Schumer di daxuyaniya nivîskî de got: ‘Divê em rêzê li encamên referandûma dîrokî ya serxwebûnê ku roja Duşemê 25ê Îlonê encam daye re bigirin.'

Chuck Schumer, daxwaz kir ku her kes rêzê li encamên referandûmê bigire û bang li rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir ku serxwebûna Kurdistanê nas bike.

Schumer got, "Divê hikûmeta Amerîkayê piştgiriyê bide daxwaziya Kurdan a pêvajoya dewletbûnê… Divê cîhan îtîraf bi vî dengê dîrokî yê li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire… Pêwîst e zûtirîn dem Kurd bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe."

Serokê Koma Demorkatan di Senatoya Amerîkayê de bal kişand ser parastina kêmîneyan û destnîşan kir: "Kurdan rêz li mafên kêmîneyên di navçeyê de giritine ku kêmîne tê de gelek hatine tepeserkirin."

Schumer wiha da xuyakirin: "Divê cîhan îtîrafê bi dengdana dîrokî ya roja duşemiyê ya li Kurdistana Iraqê bike û rêzê lê bigire, ez jî bi temamî piştgiriya gelê Kurdê Bakurê Iraqê dikim, baweriya min ev e ku divê bi zûtirîn dem (wan) dewleteke serbixwe hebe û pêwîst e helwesta hikûmeta Amerîkayê jî piştgevanîkirin li proseyeke siyasî be, ku bersiva xwasteka kurdan bo dewleteke serbixwe bide."

Schumer di beşeke din a daxuyaniya xwe de ragihand: "Di heyama du dehsalên bihorî de, Kurd yek ji bihêzirîn û baştirîn piştevanên me yên hevbeş bûn li ser erdê di şerê li dijî terorîzmê de û me jî gelek caran pişta xwe bi pêşmerge girê daye ku têde tepeserkirina kêmîneyan gelek car yasayî ye û encama wê jî pevçûn e. Ji wê jî zêdetir, divê Amerîka nûneratiya mafê çarenivîsê bo hevbeşên me yên bihêz bike. Kurd yek ji mezintirîn grûpên etnîkî li Rojhilata Navîn in, ku dewleta wan nîne û heyameke zêde ye jî ku bo vê mebestê şer kirine. Zêdebarî wê jî, Kurd berdewam reftareke xirab li gel hatiye kirin û ji wan re tê gotin, heta ku sibe çaverê bikin, her ji ber wê ye jî ku deynek e ku nehatiye dan û divê cîhan bi serokatiya Amerîkayê piştevaniyê li proseyeke siyasî bike bo bersivdana xwasteka Kurdan."

Di referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlonê hatibû kirin de, gel bi rêjeya 92.7 got, ‘Belê' ji bo serxwebûnê re.

tytryutyuityutrutuiyu.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin