Pêşmergeyên Roj digel YPG û PYDê şêwirî

Pêşmergeyên Roj digel YPG û PYDê şêwirî

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Roj ragihand, doh Yekşemê hejmarek pêşmergeyên Hêza Roj bi çavdêrî û hemahengiya ligel hêzên Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

A+A-

Li gor daxuyaniya fermandarekî Pêşmergeyên Roj, ew hêza ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, ji 100 pêşmergeyên Hêza Pêşmergeyên Roj pêk tê û tekez kir, ku ew hêz bi serpireştî û hemahengiya hêzên Amerîkayê derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bûye.

 

Hat gotin, wê hêzê bi her du aliyên PYDê û YPGê re li ser çend babetan gotûbêj kiriye û û piştre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

 

Li gor PDK.înfoyê, di civînê de Pêşmergeyên Roj bi serpereştiya Amerîkayê, digel PYDê mijara vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê goûbêj kirine da ku tevlî parastina Rojavayê Kurdistanê bibin. 

Herwiha hat gotin, wê şandeya Pêşmergeyên Roj ê 150 pêşmergeyan pêkhatî, piştî civînê derbasî Germiyanê bûn û li benda bersiva YPGê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin