Pêşmergeyên PDK-Îyê êrîşî pasdaran kir: 6 kuştî

Pêşmergeyên PDK-Îyê êrîşî pasdaran kir: 6 kuştî

Li gor malpera fermî ya bi ser Partiya Demokata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kurdistan Medyayê li Gundê Zêwê yê bi ser Pîranşarê di navbera Pêşmergeyên PDK-Î û hêzên Îranê de şer derketiye.

A+A-

Hat gotin, şerê di navbera pêşmerge û hêzên Îranê de li gundê ZêwêPîranşarê qewimî ye û di encama wî şerî de 6 leşkerên Îranê hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku şer 3yê Çile piştî nîvro rû daye û piştî demekê ku şer bidawî bûye jî hêzeke mezin a Supaya Pasdaran li navçeyê hatiye belavkirin.

Li gor jêderên PDKÎyê, kiryarên nebaş ên hêzên Îranê yên bi ser gundiyan de bûne sedema wî şerî û pêşmergeyan wekî bertek êrîşî hêzên Îranê kiriye.

Tê ragihandin ku hêzên pasdarên Îranê bi narincokan êrîşî gundiyên Zêwê kiriye û herwiha zext li wan kirine.

 

REUTERS: LI PÎRANŞARÊ 3 ENDAMÊN ÎSTIXBARATA ÎRANÊ HATIN KUŞTIN

 

Li aliyê din li ser heman bûyerê, ajansa Reutersê jî nûçeyek belav kir ku dispêre rayedarên Îranî û tê de dibêje, 3 endamên îstixbarata Îranê di bûyerên li Pîranşarê qewimîne de hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin