Pêşmergeyên PDK-Î êrîşî Îranê kir

Pêşmergeyên PDK-Î êrîşî Îranê kir

Li nêzikî bajarê Şino yê Ûrmiyeyê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de şer û pevçûn qewimî û di encamê de hejmareke leşkerên Îranê mirin û birîndar bûn.

A+A-

Li gorî ragihandina NRTyê, spartiye malpera AvaTudehê îro roja şemê, serê sibehê li ser sînorê bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê komeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê — Îran (PDK-Î) êrîşê ser pasdarên Îranê kir û di encamê de şer û pevçûn rûda.

Hat diyarkirin ku di encama şer û pevçûnan de 9 leşkerên artêşa Îranê mirin û 17 leşker jî birîndar bûn lê derbarê ziyanên pêşmergeyan de ti agahî nehatin belavkirin.

Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat gotin ku berpirsên PDK-Î yên li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ev aagahî red kir û got, ji aliyê navenda PDK-Îyê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin