Pêşmergeyekî din ê PDKÎ canê xwe ji dest da

Pêşmergeyekî din ê PDKÎ canê xwe ji dest da

.

A+A-

Pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) ku di bombebarana doh Çarşembê de çarenivîsa wî ne diyar bû, îro termê wî di bin kavilên mala wî ya herifî de hat dîtin.

Îro Pêncşemê 29ê Îlona 2022ê Berpirsê Navenda Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re got, vê sibê termê Pêşmerge Osman Feyze hat dîtin ku mûşekek li mala wî ketiye û şehîd bûye. Kawe Behramî got: “Tenê ew bi xwe şehîd bûye û endamên din ên malbata wî silamet in.”

Di bombebaran û mûşekbarankirina doh a Komara Îslamî ya Îranê bo ser bingeh û baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 17 kesan canê xwe ji dest dane û 46 kes jî birîndar in û tendirûstiya 10 ji birîndaran necîgir e.

Yek ji wan kesên ku rewşa wan a tendirustiyê giran e, zarokê pêşmergeyeke jin a PDKÎ ye ku piştî canjidestdana dayîka xwe ji dayîk bûye.

Di bombebarankirina doh de, pêşmergeyeke jin a ducanî bi navê Reyhane Kenanî bi dijwarî birîndar bûbû û piştre canê xwe ji dest da. Lê zarokê wê hat rizgarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin