Pêşmergeyê herî bi temen jiyana xwe ji dest da

Pêşmergeyê herî bi temen jiyana xwe ji dest da

Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî berî raperîna sala 1991a yek ji fermandarên Hêzên Pêşmerge bû.

A+A-

Pêşmergeyê herî bi temen, 100 salî, jiyana xwe ji dest da. Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî di dema Komara Mahabadê li gel Mele Mustafa Barzanî pêşmergetî kiriye û dostekî nêzîk yê wî bû. Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî bi eslê xwe ji navçeya Soran bû û yek ji pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû jî. Herwiha Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî berî raperîna sala 1991a yek ji fermandarên Hêzên Pêşmerge bû.

Hecî Ebdulrehman di van salên xwe yên dawî de di nav refên Komeleya Îslamî ya Kurdistanê de cî digirt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin