Pêşmerge vedigere Kerkûk û Xurmatûyê

Pêşmerge vedigere Kerkûk û Xurmatûyê

.

A+A-

Biryar e bi beşdariya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û artêşa Iraqê, du lîwayên hevbeş werin pêkanîn û li Kerkûk û Xurmatûyê werin bicihkirin. 

Biryar e bi beşdariya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û artêşa Iraqê, du lîwayên hevbeş werin pêkanîn û li Kerkûk û Xurmatûyê werin bicihkirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ev yekem car e hêzên Pêşmerge vedigerin wan deverên ku beriya şanzdehê Cotmehê li wan deveran bûn ji bo parastina deverên Kurdistanî û rûbirûbûna gefên DAIŞê.

Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê piştî bûyerên 16ê Cotmehê vekişiyabûn deverên sînorê îdareya Herêma Kurdistanê û hêzên Iraqê jî di nava çar salên borî de nekariye asayîş û seqamgîriyê li deverên Kurdistanî dabîn bike, ku dikevin derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bi awayekî berdewam tekez dikin ku ew valahiya ewlehiyê ya navbera xeta eniyên Pêşmerge û artêşa Iraqê çêbûye, bûye penageheke aram ji bo çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê jî bi tena serê xwe nikarin wan deveran kontrol bikin.

Li ser vê mijarê, Nûnerê Hêzên Pêşmerge yê li Lîwaya Hevbeş a Navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge Şiwan Şemêran ji K24ê re ragihand: “Îro pêncşemê 16ê Îlona 2021ê, cara yekem piştî 16ê Cotmehê ve, vegeriyam Kerkûkê û min serdana meydanî ya wan deveran kir, ku biryar e hêzên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê tê de werin bicihkirin.”

Şiwan Şemêran herwiha eşkere kir: “Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê têne pêkanîn û ew lîwayên hevbeş li Kerkûk û Xurmatûyê têne bicihkirin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya deverê û parastina wan ji metirsiyên terorê.”

K24

Nûnerê Hêzên Pêşmerge yê li Lîwaya Hevbeş a Navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge Şiwan Şemêran ligel hejmarek efser li Kerkûkê, roja pêncşemê 16ê Îlona 2021ê
Nûnerê Hêzên Pêşmerge yê li Lîwaya Hevbeş a Navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge Şiwan Şemêran li Kerkûkê serdana cihên ku Pêşmerge dê werin bicihkirin, kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin