Pêşmerge êrîşeke mezin a DAIŞê pûçkirin

Pêşmerge êrîşeke mezin a DAIŞê pûçkirin

Çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) êrîşek li dijî pêgehên Pêşmerge li Şingalê pêkanîn, lê êrîşa wan hat pûçkirin û2 emîr û bêhtir ji 30 çekdarên wê rêxisitnê hatin kuştin

A+A-

Şeva borî, 27.02.2015, çekdarên DAIŞ`ê ji çar aliyan ve êrîşî ser pêşgehên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê kirin, lê êrîşa wan hat pûçkirin. Femandarî Lîwaya 8 ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve li Şingalê general Haşim Sîteyî ji BasNewsê re got: “Çekdarên DAIŞ`ê li demijmêr 21:30 êrîşkirin ser pêgehên Pêşmergeyan û Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya firokeyên şer ên hevpeymanan ew êrîş pûçkirin.”
 

Genral Haşim Sîteyî amaje kir ku: “Di wê êrîşê de 2 emîrên DAIŞ`ê bi navê Ebû Omer û Ebû Yequb ku, yek ji wan berpirsê hêzên taybet ên DAIŞ`ê ye û bêhtir ji 30 çekdarên wê rêxisitnê hatin kuştin û termê hejmarek çekdarên DAIŞ`ê jî di wî şerî de ketine destê Pêşmergeyan.”

Wî fermandarê Pêşemrge aşkere kir jî ku “Ti zirar negehiştiye Pêşmergeyan û hejmarek otombîlên çekdarên DAIŞ`ê şewitîn û rewşa eniya Şingalê jî niha arame

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum