• Diyarbakır 17 °C
  • Batman 16 °C
  • Hakkari 11 °C
  • Şırnak 13 °C
  • Ağrı 8 °C

PÊŞMERGE

Abit Gürses

Pêşmerge me, pêşmerge!
canfedayê welat,
parêzvanê milletim ez!

Şêr û pilingên Kurdistanê
çi jin, çi mêr hemû egîd
di rêya rizgariyê de şehîd

Ez pêşmerge me!

Ez xwedî dîrokeke pir kevn û serbilind im:
Va ye çend rêzikên ji dîroka min a şerefmend

Li Şemdînanê navê min Seyîd
Ubeydullah,

Li Bêdlîsê Şêx Şabedîn, Seyîd Alî, Melle Selîm,

Li Kerkûkê Şêx Abdulselamê Barzanî bû!...

Li Qoçgîrîyê Elî Şêr,

Li Silêmanîyê Şêx Mehmûdê Hefîd,

Li Bêdlîsè Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya beg bû.

Li Diyarbekirê Şêx Seîdê Pîran.

Mêrxasê mêran Keremê Qolaxasî Ferzendeyê dilpola bûm!
Me gotibû; 
''Ev ne şerê Hesenan û Heyderan e!
Ev ne şerê du eşîran e!
Ev şer, şerê ji bo Kurdistanê ye!.."

Li Agirîyê pêşmergeyê îhsan Nurî Paşa bûm,
Biro Heskê Tellî bû navê min.
tirk, faris û ûris hemû bûn yek li hemberê min!

Li Ûrmiyê mêrê mêran Simkoyê Şikakî bûm,
bi namerdî ez kuştim dijminê qelleş...

Li Dersimê pîrê pîran Seyîd Riza bûm,
min çok nedanî li ber dijminê terez!

Ji bo bigihîjim hawara Dêrsimê,
min hidûd nasnekir!
Şêrê Pîran Şêx Abdurrehîm,
mêrxasê mêran Cemîlê Seyda bû navê min! 


Li Mehabadê li hember dijminê bêbext, Qadî Mihemedê bê minet bûm ez! 

Mistefayê Barzanî bû navê min!
Min jîyana xwe borand di nav şer û cengan de!
Halan da nav û dengê Kurdistanê li hemû cîhanê,
bi mêrxasiya pêşmergeyên min!..
Erêbên Iraqê çok danîn li ber şoreşa min!
Ger nehatiba hawara wan Şahê bêbext û neyarên din,
nikaribûn vemirandana agirê şoreşa min!...

Bi bêbextî ez kuştim dijminê pûşt!
Qasimlo me ez Qasimloyê zana!

Egîdê deşt û çiyayên Bakûr bûm ez, Mahsumê Bêtirs!

Li Hewlêrê sembola dostaniya gel û olên cewaz bûm ez, Fransoyê Herîrî!

Dijminê welat û milletê me,
bi navê olê em kuştin!
Ma we Samiyê Abdurahman, Şêx Şewket ji bîr kiriye?

Mamê Rîşe bûm ez,
navê min, ziravê Baasiyên nijadperest diqetand!

Dijminê hov serê min jêkirin!
Dinya şahidê min e ku li ber mirinê min çavê xwe neşikand!
Pêşmerge Hûcam babê heft mindalan im ez!

Ez Dr. Silêman, pêşmergeyê xwebexş bûm,
ez û hevrêyê xwe bûn cangoriyê namûs û şerefa Êzîdxan û Kurdistanê!

Li Kobanê em keç û xortên dilpola bûn...
Gellek navên me hebûn
lê navê me gişka bû H Ê V Î...
Em bûn hêvîya Kurdan!
Hêvîya merivatiyê!
Me navûdengê berxwedana keç û xortên kurdan gihand hemû cîhanê!..

Ez pêşmerge me...

Bawer bin tu millet tênekoşaye weka min!
Tarîxa min pirr kevn
û çîroka min pirr dirêj e!

Navê min
geh Bavê Tûjo bû,
geh Kemalê Fewzî,
geh Mîrhac bû.
geh Leyla Qasim...

geh jî Necoyê Zirav ê
ku navê xwe bi  mêrxasîya xwe kola li Bircên Dîyarbekirê!

geh Ferîdê Brodrêj,
geh Heqiyê Uzar,
geh Yilmaz Demir,
geh Ferhat Kurtay,
geh Yaşar Gundogdu bû
geh mîlîtanek bê nav bû...

Ez çi bêjim ji we ra;
Em keç û lawên çeleng,
şêrdilên Kurd û Kurdistanê bûn !


Îro jî li Başûr
xewn û xeyala
bav û kalê hemû Kurd û Kurdistaniyan pêk tînim ez!

Bê dadiya dinyayê li alîyekî
ez û milletê xwe li alîyekî!
Em dîroka Kurdistana serbixwe dinivîsin!
Ev dîrok wê neşibe dîroka tu milletan!

Lewra dibêjim,

ta niha
tu kitab,
tu destan,
tu roman,
tu şiîr,
tu resim,
tu film
nehatiye nivisandin,
nehatiye çêkirin
ku bikaribe wesfa mêrxasî, egîdî û fedakariya min bide...

Pêşmerge me ez!

Pêşmerge!..


Ez van rêzikan dîyarî Roja Qederê ya 25ê Îlona 2017an dikim.

Abit Gürses / 24-09 -2017

 

Bu yazı toplam 255 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar