Pêşî tecawiz û piştre jî qetil kirin

Pêşî tecawiz û piştre jî qetil kirin

Jina bi navê Fatma Altinmakas ku li gundê Qêranlî yê Milazgirtê dijîya, destpêkê di nav malbatê de tecawizê hat kirin û piştre jî ji alîyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

A+A-

Li gundê Qêranlî yê navçeya Milazgirtê ya Mûşê jina bi navê Fatma Altinmakas ji alîyê hevjînê xwe Kazim Altınmakas ve hat qetilkirin. Cenazeyê dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas ji alîyê malbata wê ve hat girtin û li gundê Hozdemîr ê navçeya Panosê ya Agirîyê hat veşartin. Piştî bûyerê Kazim Altinmakas hat binçavkirin û bi sûcdarîya “kuştina mexsûs” hat girtin. Her şeş zarokên malbatê jî ji bo parastinê ji alîyê dewletê ve hatin desteserkirin. 

 

TECAWIZA NAVMALÎ

 

Hat angaştkirin ku berîya cînayetê Fatma Altinmakas di nav malbatê de hatîye tecawizkirin. Malbata Altinmakas, ragihand ku keça wan di 12’ê tîrmehê de bi hevjînê xwe re çûye Qereqola Cendirmeyan a Milazgirê û gilîyê tîyê xwe yê S.A. ku ji alîyê wî ve hatîye tecawizkirin, kirîye. Malbatê, destnîşan kir ku li ser gilîyê S.A. hatîye binçavkirin û piştî 2 rojan careke din hatîye berdan. Hat hînbûn ku roja ku S.A. hatîye berdan Fatma Altinmakas hatîye qetilkirin.

 

Wê malbata Fatma Altinmakas, hem gilîya hevjînê wê Kazim Altinmakas û hem jî gilîyê ferdên malbatê yên din bike. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin