Pêşbîniyên navdewletî ji bo Kurdan - Mecîd Nizamedîn Gilî*

Pêşbîniyên navdewletî ji bo Kurdan - Mecîd Nizamedîn Gilî*

.

A+A-

Mecîd Nizamedîn Gilî / Rûdaw

1. Doza Kurd li Rojhilata Navîn ber bi derfeteke dîrokî ve pêngav davêje. Derfet ji gefan zêdetir in.

2. Rola Amerîka li Iraq û Rojhilata Navîn ne tenê kuta nabe, lê egereke mezin heye ku berfirehtir û demdirêjtir jî bibe.

3. Ew psîkolojiya şikestin û bêhêvîtiyê ku niha di nav kurdan de hatiye çêkirin, berevajî rastiyên navdewletî ye ku dikin li dora me çêbibin.

Tiştên ku ez dibêjim, ez pişta xwe bi hin rastiyên navdewletî girê didim ku ez li vir wek rojnamevanekî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê haydarî wan im. Lê ez daxwazê ji te nakim ku tu bi korîtî ji min bawer bikî. Li jêr, ez ê bi kurtî bibêjim, ji ber çi ew her 3 xal rast in û çima girîng e ku tu mîna xwînerekî Kurdistanî ji wan serwext bî.

Gelo amerîkî mijûlî çi ne? Ez di pirsa xwe de dibêjim mijûlî çi ne, napirsim nêta wan çi ye, çimkî xasma li Rojhilata Navîn tew zilhêz jî nikarin tişta dixwazin bi temamî cîbicî bikin.

Ji serdema îdareya Jimmy Carter ve amerîkî qala "dûrketina ji Rojhilata Navîn" û "vekişînê" dikin.

Xweseteka rasteqîn çi bû?

Îdareyên George Bushê bav û kur ne di nav de, ji destpêka salên heştêyan (1980) ve hemî îdareyên borî û niha jî bi cidî dixwazin ku rola Amerîka li Rojhilata Navîn ne zêde berfireh be û giraniya xwe danin ser meydanên din ên hevrikiyê.

Ev xwesteka wan a rasteqîn bû. Lê di cîbicîkirina wê de şikestin û bi ser nakevin jî.

Heya tu ji nêz ve biryardan û dîplomasiya amerîkî û navdewletî rûmal nekî, zehmet e tu ji dûr ve bi xwendina medyayên Amerîka û cîhanê wan rastiyan bi hûrî fêm bikî.

Berî ez herim nav hûrgiliyan, pêwîst e zelal be ku ti plangeriyeke cîhanî ya Amerîka ji bo kontrolkirina welatên Rojhilata Navîn tune ye. Ti planeke gerdûnî jî nîne ji bo dizîna wan şorezar û darên xurmeyan ku ereb û faris şev û roj xwe bi wan dibînin û her bi wê xeyalê ne ku tenê li cîhanê petrol, ol, çand û erdnîgariya wan heye û hemî cîhan dixwaze ji wan bidize û çand û ola wan têk bide.

Pêwîstiya Amerîka bi vê nîne. Tenê aboriya vê wîlayeta ku ez niha vê gotarê tê de dinivîsim ji aboriya hemî Erebistana Siûdî mezintir e û yek ji mezintirîn jêderên çand û afirandinê li cîhanê ye. Ez te piştrast dikim ku melayek li New Yorkê pir azadtir e çi di gotara xwe ya înê de bêje li gor melayekî li Qahîre û Stenbolê.

Rojhilata Navîn derfet e an gef e?

Ez nabêjim amerîkî çê yan no ne, ez dibêjim amerîkî Rojhilata Navîn ne wek derfet, lê bêhtir wek jêdereka gefê û meydana hevrikiyê dibînin. Ku te ev rastî fêm kir, îcar tu hêsantir dikarî reftara wan li Iraq û deverê fêm bikî. Çunke deverê wek jêdera gefê dibîne, heke Amerîka pir neyê bêgavkirin, ne amade ye zûtirkî hêzê ji Iraqê bikişîne û heke sibe piraniya leşkerên xwe jî bikişîne, zehmet e bandora rola amerîkî li Iraq û deverê kuta bibe.

Îsal du dîyarde dikin bi beloqî derkevin holê. Ev temenê pabendiya Amerîka û Rojava bi Iraq û Rojhilata Navîn ve dirêjtir dikin. Ji van pêk tên: Hatina rasteqîn a Çînê bo deverê û herwisa egera guhertina rola Rûsya li deverê ye, xasma bi sedema bêhtri guhertina terazûya hêzên li rojhilatê Ewropayê.

Ya Rûsyayê pir hatiye qalikirin. Lewma ez ê li vir bi kurtî bêhtir qala zêdebûna rola Çînê bikim, ku li gor Moskowê hêzeke bandorkertir e.

Rojhilata Navîn; meydana hevrikiyeke nû

Çîn li milekî, bi pere û dana çekan dike têkiliyeke xurt bi Îranê re çêbike û li milê din jî bi welatên kendav û Îsraîlê re. Rojhilata Navîn dibe meydaneke din a hevrikiya Çîn û Amerîkayê û dibe sedema rikeberiyên herêmî ku vêga li deverê hene. Dibe ku ev bibin jêdera derfeteke zêdetir ji kurdan re. Lê vê carê ne merc e derfet tenê li Bexda û Şamê bin û ne dûr e Enqere û Tehranê jî li xwe bigirin.

Ne tenê egereke mezin heye ku pêwîstiya Amerîka bi kurdan berdewam û zêdetir jî bibe, lê Rojhilata Navîn dike derbasî qonaxekê bibe ku ne dûr e bêhêzî û kaosê bigihîne paytexta hinek neyarên kurdan ku niha nayên hişê min û te. Kî di sala 1989an de pêşbînîya bêhêzbûn û ketina dewletê li Iraq û Sûriyê dikir? Gelo wê çaxê jî caşên kurd reşbînî li ser siberoja Kurdistanê belav nedikirin? Hingê jî neyarên kurdan bi rêya propagandayê hewl didan ku biçûktirîn kêmasî li ser takekesê kurd bikin belge ku nabe kurd bibin xwedî qewareya xwe û pêwîst e takekesê kurd memnûn be ku welatîyên pile didu ye li Iraqê.

Siyasetên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê

Wê çaxê, kê digot Iraqa xwedî çarem mezintirîn artêş li cîhanê û piştgira Amerîka û Sovyetê, dê di zikê çend salan de tûşî wê hilweşînê bibe? Baş e, bila em bêjin ku hilweşîna Iraqê bi sedema serkêşiya Sedam û dagirkariya Amerîkayê bû, lê çawa wisa li Sûriyê hat? Sûriyeya ku ewqasî xurt bû, cînara xwe Libnan jî dagir kiribû û ne amade bû nasname û welatînameyê jî bide rûniştîyên Rojavayê Kurdistanê.

Gelo cudahiya serkêşiya polîtîka Sedam Hisên û pozbilindiya rejîma Esed ji serkêşiyên ku niha Îran û Tirkiyê li ser asta navxweyî û navdewletî dikin, çi ye? Gelo tişta Îran niha dike ne serkêşî ye, ku ewqasî baweriya wê bi piştgiriya aborî û leşkerî ya Çînê zêde bûye, Tehran dike programa xwe ya atomî bigihîne astekê ku pir zehmet e Îsraîl û Amerîka qebûl bikin?

Kî wê yekê garantî dike ku tişta Erdogan li Tirkiyê dike, encama wê nabe zêdetir bêhêzbûna çîna navend û çilmisîna heta hetayî ya dezgehên dewletê ku sedemên sereke yên bihêziya Tirkiyê bûn piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û heya niha? Ma rejîma Beisê di destpêka salên heftê (1970) de heman xeletî li Iraqê nekir û encama polîtîka çilmisandina çîna navend û dezgehên dewletê li ser siberoja Iraqa erebî çi bûn?

Zêdebûna rola Çîn û Rûsyayê

Rast e Tirkiye û Îran ji Iraq û Sûriyê qewîntir in. Rast e, dibe ku di dema normal de ev serkêşiyên mezin ên Tirkiye û Îranê di siyaseta navxwe û derve de bi hêsanî biborin û nebin sedema çêbûna derfeta dîrokî ji kurdan re, lê niha ne demeke normal e. Bi zêdebûna rola Çîn û Rûsya li deverê û zêdebûna giringiya cografyî ya Rojhilata Navîn ji bo kêmkirina gefa li ser serdestiya Amerîka li cîhanê, ji bo cara ewil piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, Rojhilata Navîn di heman demê de careke din dibe meydana hevrikiya rasteqîn a zêdetir ji du zilhêzan û çend hêzên herêmî.

Qet nebe ev tê wateya ku rewşa niha li deverê heye û bûye sedema tengkirina derfetan ji kurdan re, berdewam nabe û temenê wê kin e. Ji bo demeke kin, çiqas ev rewş ber bi xerabtir jî here, rewşeke navdewletî ya demkî ye. Xeletiyeke dîrokî ye ku kurd wisa hino hino dev ji destkeftên xwe berdin û bikevin dava wê psîkolojiya bêhêvîtî û tirsê ku vêga li Herêma Kurdistanê berbelav e û beşek jê bi zanebûn hatiye çêkirin. Divê çavê me li ser derfetan be. Ne wek vêga piraniya serkird û nivîserên kurd mijûlî rêzkirina hejmara gefan in û haya wan jê nîne çi li derdora wan diqewime. Ev hesteriyayeke bikom e û dûrî rastiyên navneteweyî ye.

Psîkolojiya tirsa piştî 16ê cotmehê

Lê heke em li ser vê psîkolojiya tirsa piştî 16ê cotmehê berdewam bin, di xeyala bêhêvîtiyê de bijîn û pêşî li wê guherîna demografî negirin ku li 3 parêzgehan û Kerkûkê berdewam e, êdî sûda wan derfetên navdewletî yên dîrokî ku min li jor qala wan kir nabe. Ez ne Iraqê, ne Sûriyeya hilweşiyayî û ne jî Îran û Tirkiyê wek gefên demdirêj nabînim. Mezintirîn gef li ser Herêma Kurdistanê û kurdan bi giştî, bêhêvîtî ye ku lap berevajî wê rewşa navdewletî ye ku navçe dike ber bi wê ve here.

Wek ku kirêgirtiyên duh û îro jî bangeşiyê jê re dikin, teslîmbûna bi Iraqê û hemwelatîbûna iraqî ji kurdan re ne alternatîv e. Îro ax û serweriyê ji me werdigirin û sibe saman û mal û dusibe jiyana te ji te distînin. Berê wisa kirin û vêga jî li kû ji destê wan were kirine. Du tişt pêşî li wan digirin: Hokarên navdewletî û berdewamiya hêviya kurdan bi siberojeke çêtir û azadtir. Niha ji her demê bêhtir zor ji wan nayê kirin li hember hokarên navdewletî ku me li jor qala wan kir. Ji ber vê yekê li ser kuştina çirûska dawî ya hêviyê di dilê merivê kurd de kar dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin