Pêşangeha pirtukan a Amedê dest pê kir

Pêşangeha pirtukan a Amedê dest pê kir

Pêşangeha Pirtûkan a 7. a Amedê îro derîyê xwe bo xwîneran vekir.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Pêşangeha Pirtûkan a 7. a Amedê îro derîyê xwe bo xwîneran vekir. Pêşangeh dê heta 6ê Cotmehê vekirî be. Pêşangeh heta niha bo 6 rojan dihat li darxistin lê cara yekeme ku îsal dê 9 rojan bidome û sedema vê yeke jî ew e ku sala borî eleqeyek mezin hebû û îsal jî ev yek li ber çav hatîye girtin.

 

Di navbera deh salan de pêşangeha pirtûkan heft caran hat amade kirin. Salên 2015, 2016 û 2017 ji ber qedexeyên derketina derve û bûyerên şerê xendekan pêşangeh nehatibû lidarxistin.

 

Di Pêşangeha Pirtukan a 7. a Amedê de 145 weşanxane bi pirtukên xwe beşdarî pêşangehê dibin û 22 weşanxane jî yên Kurdî ne.

 

Di pêşangehê de nivîskarên wek, Mıgırdiç Margosyan, Ahmet Telli, Altan Öymen, Aytül Akal, Hasan Ali Toptaş, İsmail Saymaz, Sara Şahinkanat, Ahmet Şimşirgil, Latife Tekin, Kemal Hamamcıoğlu, Bahadır Yenişehirlioğlu, Murat Menteş, Feryal Saygılıgil, Feride Çetin, Lal Laleş, Selçuk Erdem, Kemal Varol, Birsen Ekim Özen, Sinan Yağmur, Jaklin Çelik, Şener Özmen, Seray Şahiner, Ayşe Hür, Seid Veroj, Şeyhmus Diken, Berken Bereh, Gaye Boralıoğlu, Murat Özyaşar, Celîlê Celîl, Erdoğan Aydın, Toprak Işık, Gülseren Budayıcıoğlu, Dilawer Zeraq, Sidar Jir, Selim Temo, Çiğdem Gündeş û Vecdi Erbay dê beşdarî panel, gotûbêj û çalakîyên îmzekirina pirtûkan.

 

Ji bo bernameya çalakîyan bitikînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin