Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin

Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin

Nûjenkirina Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî berdewam e û rojane bi dehan karker û xwebexşên Kurdên Êzidî kar têde dikin. Nûjenkirina tekane perestgeha pîroz a Kurdên Êzidî li seranserê cîhanê li gor masterplana Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kiriye

A+A-

Nûjenkirina Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî berdewam e û rojane bi dehan karker û xwebexşên Kurdên Êzidî kar têde dikin. Nûjenkirina tekane perestgeha pîroz a Kurdên Êzidî li seranserê cîhanê li gor masterplana Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û xêrxwazên Kurdên Êzidî lêçûya 15 milyon dolarî ya nûjenkirinê dabîn dikin.

Masterplana nûjenkirina perestgeha Laliş ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin lê pere û têçûya projeyê ji aliyê xêrxwazên Kurdên Êzidî ve hatiye dabîkirin.

Serperiştyarên projeyê hemû hewlên xwe didin ku bi keresteyên sirûştî perestgeha Lalişê nûjen bikin.  Perestgeha Lalişê bi 9 kîlometran ji navenda qezaya Şêxanê dûr e û giringtirîn û pîroztirîn perestgeha Kurdên Êzidî ye li cîhanê, ku salane bi hezaran geştyar û mêvan seredana wê dikin.

Nêzîkî mehekê ye ku dest bi nûjenkirina Perestgeha Lalişê hatiye kirin. Gelek kes bi awayekî xwebexş di proseya nûjenkirina perestgehê de kar dikin. Şehîn Henan yek ji wan kesan e, ku xelka bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Şehîn tevî heşt kesên din nêzîkî salekê ye ku jibo xizmetkirina Perestgeha Lalişê ji Rojavayê Kurdistanê ve hatine Başûrê Kurdistanê û derdora mehekê ye ku weke xwebexş û bêpere di nûjenkirina perestgehê de kar dikin.

Şehîn Henan ji Rûdawê re dibêje: “Em jibo xizmeta Lalişê hatine vê derê, me li Efrînê xewn bi Lalişê ve didît û em gelek keyfxweş in ku em niha li vir xizmeta Lalişê dikin.”

Di sala 2012ê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve masteplanek jibo nûjenkirina Lalişê bi budceyeke 15 milyon dolarî hate danîn, lê di sala 2014an de ji ber şerê DAIŞê û krîza darayî, karkirina jibo nûjenkirina perestgehê hate rawestandin.

19511-001.jpgNiha bi piştgiriya darayî ya kesên xêrxwaz ên Kurdên Êzidî û li ser heman masterplana Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karê nûjenkirina Perestgeha Lalişê dest pê kiriye.

Xalid Nermo yek ji endazyaran e ku karê serpireştiya nûjenkirina Perestgeha Lalişê dikin. Xalid Nermo ji Rûdawê re behsa proseya nûjnekirina perestgehê kir û da xuyakirin: “Jibo bidawîanîna projeyê t idem nehatine diyarkirin, armanc ji nûjenkirina Lalişê ev e ku em şêwaza wê ya kevnar vegerînin û ew cihên ku pêdivî bi nûjenkirinê hene, bêne nûjenkirin, bi taybet bi bikaranîna keresteyên sirûştî, yên ku berî sedan û hezaran salan hatine bikaranîn.”

Laliş tekane perestgeha Kurdên Êzidî ye li seranserê cîhanê ye û salane bi hezaran geştyar ji navxwe û derveyî Kurdistanê serdana wê perestgehê dikin.

Berpirsê Ofîsa Lalişê li Perestgeha Lalişê, Loqman Silêman derbarê serdankerên perestgehê de ji Rûdawê re axivî û got: “Rojnamevanên biyanî, aktor, nivîskar, xwandekarên zanîngehê û şûnwarnas ji hemû aliyan ve serdana Perestgeha Lalişê dikin, jibo ku ji nêzîk ve êzidiyan bibînin û kevnariya Lalişê bibînin.”

Perestgeha Lalişê bi dûriya 9 kîlometran dikeve bakurê qezaya Şêxanê û 40 kîlometran jî ji rojhilatê bajarê Duhokê dûr e.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin