Perestgeha Êzidîyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû

Perestgeha Êzidîyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû

Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdîyan a herî mezîn a cîhanê ya duh jî bo îbadetê hat vekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdîyan a herî mezîn a cîhanê ya duh jî bo îbadetê hat vekirin. 7 qubeyên li dûra banê bikember a perestgehê ku weke sembola rojê tê binavkirin, di bawerîya Êzidîyan de 7 serferişteyan teswîr dike.

 

Perestgeha Êzidîyan a di sala 2015’an de li gundê Aknalîch a 35 km dûrî paytexta Yerevan a Ermenîstanê dest bi avakirina wê hat kirin, duh ji bo îbadetê hat vekirin. Perestgeh ji alîyê karsazê Êzidî Mîrza Sloyan hat finanse kirin. Perestgeh nêzî 25 metran bilind û navê “Quba Mêrê Dîwanê” lê hatîye kirin. Ev perestgeh, perestgeha herî mezin a Êzidîyan a cîhanê ye.

 

Li derdora perestgehê 7 qubeyên bilind û nizim hatine avakirin. Qubbeya herî bilind a weke serferişte tê binavkirin, tê wateya Melekê Tawîs. Di  ketina perestgehê de, rojek herî mezin a weke sembola herî pîroz a Ezidîyan tê zanîn, hatîye bicihkirin. Di serê hemû qubbeyan de sembola rojê heye. Di nava perestgehê de jî odeyên pirtûkxanê, konferans, istasyona TV û semînerên teolojik hene. Di heman demê de navendeke çandê jî heye.

 

Rêberên ruhanî, sîyasetmedar û nûnerên Ezidîyan ên dîyasporê beşdarî vekirina perestgehê bûn. Li gorî îstatîstîkên fermî, heya sala 2011’an jî li Ermenîstanê nêzî 40.000 Êzidî dijîyan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin