Pentagon: Wê keştiya USS Nimitz li hember gefên Îranê li Kendavê bimîne

Pentagon: Wê keştiya USS Nimitz li hember gefên Îranê li Kendavê bimîne

.

A+A-

 Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji ber gefên dawî yên Îranê bi hinceta tolhildana kuştina Qasim Suleymanî wê keştiya USS Nitimitz a balafirên şer ya Amerîkî li Kendavê bimîne.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî, berî niha bi çend rojan berpirsê xebatên wezîrê berevaniya Amerîkayê Christopher Miller, ferman dabû ku keştî vegere baregeha xwe.

Lê belê Miller bi daxuyaniyeke nû îro ragihandiye ku wê keştiya USS Nimitz a balafirên şer ku ji meha Mijdara 2020an ve li Kendavê ye li cihê xwe bimîne û êrkên xwe yên operasyonê berdewam bike.

Medya Amerîkî daye xuyakirin ku ev biryar ji ber gefên vê dawiyê yên Îranê hatiye standin.

Doh 3yê Çile Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îdia kiribû ku Îsraîl hewil dide şerekî di navbera wan û Amerîkayê de derxe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin