Pentagon: Operasyona li dijî Esedî, ne dûr e

Pentagon: Operasyona li dijî Esedî, ne dûr e

Wek bersivekê ji êrîşa kîmawî ya atêşa Sûriyê li dijî Dûmayê, Wezîrê Derve yê Amerîka James Mattis ragidihîne, ne dûr e Washington operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê encam bide.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka James Mattis îro di konferanseke rojnamevanî de li Washingtonê derbarê pirsa egera lêdaneke Amerîkî li rêjîma Sûriyê de got: “Niha ti tiştekî bidûr nabînim.”

Mattis got: “Tiştê çihê balkêşiyê ye, çima hîna çekê kîmawî li Sûriyê bikar tê, di demekê de ku Rûsya gerentîkara pûçkirina hemû çekê kîmawî li wî welatî ye.”

Her di vê derbarê de duh jî Serokê Amerîka Donald Trump got: “Divê Esed baceke mezin ji bo bikaranîna çekê kîmawî bide.”

Biryar e îro jî, Serokê Amerîka ligel berpirsên bilind ên Encûmena Asayişa wî welatî bicive, ji bo rênimayên rûbirûbûna Sûriyê bigirin ber.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin