Pentagon: Operasyona dijî YPGê li rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin

Pentagon: Operasyona dijî YPGê li rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, pêkanîna êrîşa serbazî ya yekalî li bakurê Sûriyê, eger her aliyek encam bide û li dijî her aliyekê be jî, nayê qebûlkirin.

A+A-

Berdevkê Pentagonê, Sean Robertson di beyannameyekê de ragihand: “Her êrîşeke serbazî ya yekalî bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê her aliyekê ve be, bi taybet ku hêza Amerîkayê li vê navçeyê heye, gelek  cihê dilgiraniyê ye. Em her pêngaveke bi vî awayî bi qebûlnekirî dizanin.”

 

Berdevkê Pentagonê herwiha da xuyakirin, “hemahengî û şêwir di navbera Amerîka û Tirkiyê de tekane rê ye, ji bo gotûbêjkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên li navçeyê. Em pabendî karkirina ji nêzîk ve ya li gel Tirkiyê ne. Di van dawiyan de jî, şanda pilebilind a me di derbarê Sûriyê de li gel hevtayên xwe yên tirk civiyane, bi taybet bo bêtirkirina hemahengî û hevkarî û şêwira di navbera herdu welatan de.”

 

Beyannameya Pentagonê çend demjimêran piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat, ku duh di gotarekê de gotibû, Tirkiye dê di çend rojên bê de operasyoneke serbazî li rojhilatê Firatê li dijî hêzên Kurdî encam bide.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin