Pentagon: nakokîyên navbera Kurdan valahîyeke mezin bo DAIŞê çêkirîye

Pentagon: nakokîyên navbera Kurdan valahîyeke mezin bo DAIŞê çêkirîye

Pişkînerê Bilind ê Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê raporta xwe derbarê karên Hevpeymanîya Navdewletî de li Iraq û Sûrîyê belav kir. Raport a sê mehan e û ji meha Nîsanê ve destpê dike.

A+A-

Pentagon dibêje DAIŞê sûd ji wê valahîya emnî wergirtîye ku ji ber nakokîyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê çêbûye, hevdem nebûna ti hevahengîyekê di navbera Pêşmerge, Heşda Şeibî û hêzên Hevpeyman de, xizmeta tevgera DAIŞê kirîye.

Di raportê de behsa DAIŞê tê kirin û tê gotin, ku DAIŞ li Iraqê bihêztir e ji wêya li Sûrîyê, şîyana wê ya darayî 50 heta 300 milyon dolar e, vê demê jî sûd ji qedexeya çûn û hatinê wergirtîye û di meha Remezanê de êrîşên herî zêde kirine.

Li gor raportê, nakokîyên navbera Kurdan, hêzên ewlekarîyê yên Iraqê û Heşda Şeibî valahîyeke mezin bo DAIŞê çêkirîye, herwiha guhertina cihê pêgehên hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê bandor li tevgera Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê kirîye

Pişkînerê Bilind ê Pentagonê bûyerên Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê jî belge kirine û rapor daye Kongresê.

Di wê raporta xwe de Pişkînerê Bilind ê Pentagonê dibêje, opozisyona ser bi Tirkîyê ve li bakurê rojhilatê Sûrîyê binpêkirin kirine, xelk kuştine, malên xelkê wêran kirine, av ji ser nêzîkî yek milyon kesî birîne.

Raport daxwaz dike ku ew binpêkirin bêne şopandin û kesên ku ew binpêkirin encam dane jî bên cezakirin.

Pentagonê derbarê karên HSDê de li Rojavayê Kurdistanê diaxife û dibêje, ligel veqetandina 2 milyon dolaran ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî ve, alozî di girtîgehên dîlên DAIŞê de çêbûye, DAIŞîyan hewla revê dane, ku hejmara wan zêdeyî 10 hezar çekdar e û bi kêmanî 2 hezar ji wan çekdarên bîyanî ne.

Di raportê de tê gotin, daxwaz dikin dadgehkirina wan destpê bike û rê jî bê dayîn daku kes û karên wan serdana wan bikin.

Raporta Pentagonê dibêje di meha Hezîranê de HSDê operasyoneke şer rojî kirîye, 150 zevî û gund paqij kirine, 110 çekdarên DAIŞê girtine, Hêzên Hevpeyman jî sê serkirdeyên bilind ên DAIŞê di meha Gulanê de kuştine.

Raporta Pentagonê behsa ferzkirina 39 cezayan bi ser beşar Esed û darûdestê wî di çarçoveya Biryara Qeyser de dike, ceza jî dimînin heta Beşar Esed pêbendê biryara 2254 a Encûmena Asayîşê dibe.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin