Pentagon: Me moşekên SAM nedane YPGê

Pentagon: Me moşekên SAM nedane YPGê

Berdevkê wezareta berevaniya Amerîka(Pentagon) Adiryan Rankin got, welatê wan, moşekên SAM yên dijî firokeyan tên bikaranîn, radestî YPGê li Efrînê nekiriye û got ew piştgiriya PYD nakin û ji bilî HSD piştgiriya ti hêzeke din nakin.

A+A-

Piştî ku, hin çavkaniyên ragehandinê belav kirin ku, hefteya borî, karwanekî çekên dijî firokeyan û sîstemeke berevaniya ezmanî ji aliyê Amerîkayê ve gihiştiye destê YPGê û ew çekana li Efrînê hatine bicihkirin, berdevkê wezareta berevaniya Amerîka(Pentagon) Adiryan Rankin red dike ku, welatê wan moşekên SAM yên dijî firokeyan tên bikaranîn, radestî YPGê li Efrînê kiribe.

Pentagonê tekez kir ku, ew piştgiriya PYD nakin û ji bilî HSD piştgiriya ti hêzeke din nakin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin