Pentagon: firokên me dê hêzên koalisyonê yên zemînî biparêzin

Pentagon: firokên me dê hêzên koalisyonê yên zemînî biparêzin

Ev sê roj in ku şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rejîme Sûriyê ve û asayişa bi ser partiya PYD ve li Hesekê berdewam in.

A+A-

Li gor ajansa Reutersê, hevpeymaniya navdewletî jibo rûbirûna DAIŞê li Sûriye hinek firokên xwe yên cengê şandine nêzîkî bajarê Heseskê yê Kurdistana Rojava bi mebesta parastina "hêzên koalîsyonê yên zemînî" li wê deverê.

Ev sê roj in ku şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rejîme Sûriyê ve û asayişa bi ser partiya PYD ve li Hesekê berdewam in. Di ancama bombebarana taxên kurdan li bajêr ji aliyê hêzên rejîmê ve bi top û hawinan û bi firokên cengê, li gor çavkaiyên herêmî, behtir ji 95% ji kurdên Hesekê malên bi cih hiştine û berê xwe dane bajarên Qamişlo, Amûdê, Derbêsiyê û Serê Kaniyê.

Berdevkê Pentagonê Captain Jeff Davis diyarkir ku hêzên ezmanî yên hevpeymanê ne bi mebesta rêgirtinê li ber firokên cengê yên dewleta Sûriyê hatine herêmê, û ew piştî ku firokên rejîmê ezmanê Hesekê bi cih hiştine gihiştine wê derê.
(E.B)  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin