Pentagon: Em hem bi Tirkiyê re hem jî bi HSDê re di nav têkiliyê de ne

Pentagon: Em hem bi Tirkiyê re hem jî bi HSDê re di nav têkiliyê de ne

Piştî gefên Erdoğanê Serokomarê Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek ttêkildarî mijarê ji Pentagonê hat. Berdevkê Pentagonê Sean Robertson got, ew hem digel Tirkiyê hem jî digel HSDê di nav têkiliyê de ne.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tyyip Erdoğanî doh, di civîna fraksiyona partiya xwe de cardin gef li Rojavayê Kurdistanê xwaribû û niyêta xwe ya bo operasyona li dijî rojhilata çemê Firatê cardin eşkere kiribû.

Herwiha operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê û êrîşên berî çend rojan bo Kobanê jî bibîr xistibû û gotibû: "Di demeke nêz de, em ê operasyonên berfirehtir bikin."

Piştî van daxuyaniyan artêşa tirk ji doh êvarê ve êrîşên li dijî gundên sînorî yên Kobanê û Girê Sipî da destpêkirin û ev êrîş îro jî dimiyan.

Têkildarî vê mijarê, daxuyaniyek jî ji Pentagonê hat.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson wisa got:

"Haya me ji daxuyaniyên Tirkiyê yên di derbarê planên operasyona li dijî rojhilata çemê Firatê heye. Bo kêmkirina gengeşeyan, em, hem digel Tirkiyê hem jî digel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav têkiliyê de ne."

Robertson herwiha hişyarî da aliyan û got: "Em bangî hemû aliyan dikin ku ji liv û tevgerên ku gengeşeyan zêdetir bikin dûr bibin û bala xwe bidin têkbirina DAIŞê ku peywira herî girîng ev e."

Robertson herwiha bibîr xist ku ew pabendî nexşerêya Minbicê ne.

Berdevkê Pentagonê herwiha anî zimên ku HSD hevkarê têkoşîna li dijî DAIŞê ye û got: 

"Şerê li dijî DAIŞê hê neqediyaye û şer hê jî zahf zehmet e. Em bi HSDya ku li Geliyê Firata Navîn, operasyonên li dijî DAIŞê bi rê ve dibin, bi nêzîkî kar dikin.

 

 

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Firensî li ser hejmara xwe ya Twitterê nivîsî ye, ku ew ji êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Bakurê Rojhilata Sûriyê, ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dilgiran in.

Wezareta Derve ya Firensî got jî: Bi riya serbazî kêşeya Sûriyê çareser nabe û aramiya hertimî, wê tenê bi riya bicîkirina biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî pêk bê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin