Pence di weşana zindî de aşiya xwe kir  

Pence di weşana zindî de aşiya xwe kir  

..

A+A-

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence di weşana zindî ya televîzyonê de bi sedema ku hinek ji xelkê Amerîkayê teredut dikin ku aşya Kovid-19 ê bibin, aşiya xwe kirin.


Mike Pence, hevjîna wî Karen Pence, serokê daîra tenduristiyê ya giştî Jerome Adams nêzî bajarê Washingtonê li nexweşxana leşkerî ya Walter Reed ê aşiya xwe li ber çavê xelkê kirin.


Wê seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi û serokê piraniya senatoyê Mitch McConnell di nava çend rojên be de aşiya xwe bikin.


Li Amerîkayê dest bi belavkirina aşiya ku ji aliyê şîrketên Pfizer û BioNTech ê hatin hilberîn kirin. Aşiya bi navê Moderna de hat hilberîn, bende ne ku roja înê ji aliyê FDA yê de bê tesdîqkirin. Eger tesdîq bibe wê li seranserê Amerîkayê belav bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin