PENa Kurd: Îran dixwaze tola serhildana xelkê Îranê ji Kurdan hilîne

PENa Kurd: Îran dixwaze tola serhildana xelkê Îranê ji Kurdan hilîne

.

A+A-

Navenda PENa Kurd ku li ser asta navdewletî saziya herî mezin a nivîskarên Kurd e, ragihand; Îran dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji kurdan hilîne û hewl dide bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd di daxuyaniyekê de derbarê êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de ragihand: “Di encama qetilkirina jina kurd Jîna Emînî de, çend roj in li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jin û kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.”

Herwiha hat destnîşankirin ku  Îran hewl dide bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike,  cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê  bigire.”

Navenda PENa Kurd diyar dike: “Bi vê armancê, herî dawiyê roja 28ê Îlonê dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.”

PENa Kurd eşkere dike: “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne. Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagîrker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.”

Îranê roja 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 14 kes şehîd bûn û nêzîkî 35 kesî jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin