PENa KURD: ‘Elî Riza Sepanî berdin’

PENa KURD: ‘Elî Riza Sepanî berdin’

PENa KURD di derbarê nivîskar û newşenbîrê kurd Elî Riza Sepanî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû girtin daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de serbestberdana nivîskar Elî Riza Sepanî hate xwestin.

A+A-

Daxuyaniya PEN’a KURD ev e:

“Li hemû rejîmên desthilatdar nivîskar û rewşenbîr bûne sedemên tirsê û her dem desthilatdaran xwestine bi awayekî ya wan bêdeng bikin ya surgun bikin ya zindanî bikin ya jî bikujin!

Hezên ewlehiyê yên Îranê roja pênçşemê helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî li bajarê Meşhedê desteser kiriye û heta anha tu agahî jê nehatiye wergirtin.

Elî Reza Sepahî beşa filologî ya Frensî li zaningeha Meşhedê kuta kiriye û paşre dest bi mamostetiya Fransewî dike. Lê ji ber xebatên xwe yên Kurdî ji kare xwe yên zaningehê hatiye avêtin û demekê dirêj di girtîgehê de maye.

Ji aliye tenduristî de rewşa wî nebaş e û ev girtina anha jî me dixe nava gumaneke mezin ku rewşa wî ji aliyê tenduristiyê xerabtir bibe.

Em bang hemû saziyên sivîl yê raya giştî dikin û bi taybet jî yên nivîskar û rewşenbîran ku li rewşa helbestvan û berhevkar Elî Reza Sepahî derkevin û ji rejîma Îranê daxwaz bikin ku dest ji zextên xwe yên li ser nivîskar û rewşenbîran berdin. Azadiya Elî Reza Sepahî azadiya ramana derbirînêye!”

 

Elî Reza Sepahî kî ye?

 

Elî Reza Sepahî rojnameger, berhevkar û helbestvan e. Di hin helbestên xwe de bernavkê Kawa Zêdî bi kar tîne. Li gundê Sendîfal ku girêdayî Layînê (bakurê Meşhedê) ye hate dinê (1971).

 

Di sala 1994an de li ser Radyoya Xoresanê dest bi bernama "Helbest û Gotin" kir ku yekem bernameya helbesta Kurdî ye li Xoresanê. Beşa Fîlologya Frensî li Zanîngeha Meşhedê kuta kir (1995). Piştî mastera xwe li heman beşê bire serî, dest bi mamostetiya Frensî kir. Lê ji ber xebatên wî yên Kurdî ji zanîngehê hate avêtin û demeke dirêj di hepsê de ma.

 

15 pirtûkên wî yên Farisî hene; çi werger, çi lêkolîn. 10 pirtûkên wî yên bi Kurdî hene lê dewleta Îranê destûra weşanê nade.

Hate ragihandin nivîskar û rewşenbîr Elî Reza Sepahî li girtîgehê dest bi girêva birçîbûnê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin