Pedersen: HSD lîstikvaneke girîng a Sûrîyê ye

Pedersen: HSD lîstikvaneke girîng a Sûrîyê ye

Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê ragihand, 5 artêş li Sûriyê hene û divê kar li nehîştina rûbirûbûna di navbera wan hêzan de were kirin.

A+A-

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen di hevpeyvînekê ligel rojnameya “aawsat” çapa Londonî de ragihand, HSDê lîstkvaneke girîng a Sûriyê ye û divê mijara tevlîbûna wê di proseya siyasî de were gotûbêjkirin.

Pederson got, bidawîbûna DAIŞê ji aliyê ceografî ve nêzîk e, lê ev nayê wateya bidawîbûna yekcarî ya DAIŞê û divê ji aliyê ideolojîk ve jî bê jinavbirin.

Tekez kir jî, gihîştina bi çareseriyeke siyasî ya dadwerane ji bo krîza Sûriyê, rê li ber vegera DAIŞê û ideolojiya wê digire.

Pedersen got jî, ew li gor biryara navdewletî 2254 hatiye erkdarkirin û dê ji bo pirsa çaksaziya destûrê û hilbijartinên di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de kar bike.

Pedersen amaje bi wê yekê kir, 5 artêş li Sûriyê hene ew jî artêşên Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Îran, Îran û Îsraîlê ne û divê kar li nehîştina rûbirûbûna di navbera wan hêzan de were kirin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin