PDKT li Diyarbekirê resepsîyon da

PDKT li Diyarbekirê resepsîyon da

Resepsîyon bi muzîk û stranên hunermend Nilûfer Akbal dawî bû.

A+A-

Di 27ê Gulanê de li Amedê her du partiyên Kurdistanî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDKT) li Diyarbekirê resepsîyon da.

Di resepsîyonê de Ji her çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar amade bûn. Ji Herêma Kurdistanê, Berpirsê Karên Navxweyî yê PDKê û Parlamenterê Iraqê Ehmed Kanî, Endamê Polîtburoya PDKê Elî Ewnî, kurê Qazî Mihemed, ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Partiya Azadya Kurdistanê (PAK) ye Elî Qazî, ji Rojava Endamê ENKSê Ebdulsetar Temo, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek, Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitkî Zîlan, rêveberên PAK, HAK-PAR, OSP (Partiya Azadî û Sosyalîzmê), Nivîskar Îbrahim Guçlu. 

Serokê TKDPê Mehmet Emîn Kardaş di resepsîyonê de got; partiyên Kurdistanî wê bi yekitiyê mezin bibin û diyar kir ku divê gelê Kurdistanê geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve bişopîne û bal kişand ser referandoma serxwebûna Kurdistanê û daxwaza piştgiriya ji bo referandomê kir.

Resepsîyon bi muzîk û stranên hunermend Nilûfer Akbal dawî bû.

Rûpela Nû/Diyarbekir

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin