PDKÎ piştgirî da xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê

PDKÎ piştgirî da xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê

Berpirsê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) piştgirîya xwe bo xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da û daxwaz ji xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi awayekî aştîyane li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî ku hikûmeta Îranê berîya 3 rojan ji nişka ve buhayê benzînê 3 qat zêde kir, xwepêşandanên nerazîbûnê li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, ku heta niha jî berdewam in.

17ê Mijdarê, Berpirsê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicîr têkidlarî bûyerên wan rojên dawîyê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek belav kir û têde piştevanîya xwe bo xwepêşandanên aştîyane nîşan da.

Mistefa Hîcrî dibêje: “Dengê we yê bilind ê bêzarîya we ji rejîma dijî gel a komara îslamî ku hawarekî heqxwazîyê ye, tevlî dengê xelkê bi hêrs ê Îranê, bûye sernûçeya hemû cîhanê.”

Mistefa Hîcrî dîyar kirîye: “Tevî ku guhê desthilatdarên rejîmê di heyama 40 salên bihorî de li hember daxwazîyê we kerr bûye û di gotinên wan de xuya dibe ku heta niha jî dengê we nebihîstine, tevî wê yekê bi yekrêzî û yekdengîya jin û zilaman, bi tevahîya qadên civakê mil bi mile hev li ser grev û meşên xwe berdewam bin û daxwazîyên xwe biqîrênin.”

Hîcrî daxwazê ji xwepêşanderan dike ku xwe ji tundûtîjîyê bi dûr bigrin û bi aştîyane xwepêşandanê bikin û tekez dike: "Tikaye di vê berxwedanê de, xwe ji tundûtîjîyê biparêzin û bi awayekî aştîyane xebatê bikin, heta ku rejîm ti behaneyeke nebe bo serkotkirinê û zorê bikar nehîne."

Berpirsê Giştê yê PDKÎ sersaxîyê ji malbatên “Şehîdên xwepêşanderan” dike û hêvîya başbûnê bo birîndaran dixwaze û radigihîne: “Hemû xelkê cîhanê piştevanîya we dike, dengê me li gel dengê we û dilê me li gel we ye.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin