PDKê daxwazên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

PDKê daxwazên xwe radestî hikûmeta Iraqê kir

Hate ragihandin ku PDK di nivîseke 21 xalî de daxwaza çareserkirina kêşeyan dike, ku madeya 140 ya destûrê jî di nav wan de ye.

A+A-

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamenyoya Iraqê ragihand: "Hemû fraksiyon bo çareseriya kêşeyên di nav budceya sala 2019 a Iraqê de hewl didin, paşê çavdêriya nivîsa bi 21 xalan dikin."

 

Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê nivîseke bi 21 xalan radestî serokwezîrê Iraqê kiriye, têde çend daxwaz kirine, ku dixwazin ew di karnameya hikûmetê de cih bigirin.

 

Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got, xalên herî diyar ên di nivîsê de ev in:

 

- Cîbicîkirina madeya 140

- Diyarkirina %17ê budceya Iraqê bo Herêma Kurdistanê

- Dabînkirina budceya taybet bo pêşmerge

- Bi awayekî hêja dayîna piştgiriya aboriyê bo cotkaran

- Cîbicîkirina hevbeşî û rêkevtin

- Pêkanîna encûmena federal

 

Berdevkê Hevpeymaniya Fethê behs kir ku peywendiya bernameya Adil Ebdulmehdî ji Zaxo heta Fawê bi seranserê Iraqê re heye û di rûniştina bê de, parlamento wan hemû biryaran hildiweşîne, ku Heyder Ebadî piştî 1ê Tîrmeha 2018a bo damezirandin û dûrxistina kesên piletaybet ji postên wan ew biryar dabûn.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî karnameyeke 121 rûpelî bo kabîneyê amade kiriye û Kurd rexneyê li wê digirin ku bi şêweyekî giştgîr behsa kêşeyên Kurdî kiriye û zehmet e ku karibe li gor karnameyê daxwazên Kurdan di hikûmeta Iraqê cîbicî bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin