PDK-YNK: ”Referendum mafê serûştî yê Gelê Kurdistanê ye”

PDK-YNK: ”Referendum mafê serûştî yê Gelê Kurdistanê ye”

Daxwazê ji hemû aliyan dikin ku take rê li pêşiya hemû aliyan ew e ku gotûbêjan bi hev re bikin, nek rekaberî, tolstendin û meramxwaziyê, herwiha divê hemû guhertin rewa û destûrî bin.

A+A-

Li gor Basnews Civîna Politburoya Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK) û Yekîteya Niştimaniya Kurdsitanê (YNK) bi serperştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî bûye, herdu alî daxuyaniyek hevbeş belav kirin,di daxuyaniyê de herdu alî tekez dikin ku referendum mafê serûştî yê Gelê Kurdistanê ye.

Herwiha tekez dikin ku yekemîn welat û aliyê ku divê em referandûmê ligel wan gotûbêj bikin Iraq û aliyên Iraqî ne.

Daxuyaniya Civîna Hevbeşa YNKê û PDKê

Xelkên Iraqê yên dilsoz

Hêzên siyasiyên Iraq û Kurdistanê

Di heleûmercên metirsîdar ên Iraq û Navçeyê de, di demekê de ku hêviya me hebû ku piştî hilbijartinên parlemen û hikûmeta niha ya berêz Ebadî hemû pirsgirêkên berê yên abûrî, siyasî û yasayî li seranserî Iraqê çareseriyek jibo wan were dîtin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda werin çareser kirin û parastina welat bikeve nav piroseya demokrasî federalî de. Lêbelê mixabin û tevî danbixwegirtina Herêma Kurdistanê û hêzên siyasiyên Kurdistanê derbarê ne dadmendiya cîbicî kirina destûr, girftên birîna budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyê Pêşmerge û pirpagenda li dijî Kurdan û ezmûna demokratiyê li Kurdistanê, tevî van hemû rastiyan jî Herêm aKurdistanê danbixwe daye û xwe ragirtiye. Di dema ku hêzên din nav parlemena Iraqê de xelkên Iraqê ber bi şerê navxweyî ve dibe, ev yek jî bandore li rewşa Iraq û Navçeyê dike heta bandore li şerê li dijî DAIŞê dike.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştemaniya Kurdistanê (YNK) ji serdema opozisyonê ve heta piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û pêkanîna Iraqekî fedral di erkê xwe yê niştimanî kêmxem nebû û gelek qurbanî di vê rê de dane. Heta ku gihşte ku li Kurdistanê Enfal û Kîmyabarn pêkhat, lêbelê mixabin piştî rûxandina Sedam Husên ji bilî ew pirsgirêkên ku li Iraqê hatin durust kirin û ziyan gihandin hemû aliyan , Gelê Kurdistanê ducar bê hêvî bûye, her hikûmetek tê ser hikim pirsgirêkên siyasî û abûrî durust dike, herwiha pirsgirêkên ne çavlirê jî durust dike bi taybet li rûyê abûrî û hikmranî û cîbicî kirina madeya 140 a destûrê Iraqê.

Azadîxwazan

Mixabin rewş metirsîdare, Gelê Kurdistanê ne beşek ji pirsgirêkên nav parlemene, lêbelê bi dirêjayî herdemê hewil daye ku beşek bi ji çreseriyê. Me nekarên xirab û nejî me hewil daye ku pirsgirêkan kûrtir bikin û rewşê xirbtir bikin. firekesyonên Kurdistanî li Bexda yek rêz û helwêstin û siyaseta hêzên Kurdistanî jî bi ciwanî dane meşandin. Li vi rem tekeziyê li ser van xalan dikin:

1-Wek ku hêzên siyasiyên Kurdistanê me biryar daye, divê danûstendinek nû û li gorî pirojeyekî pesendkirî ji hemû hêzên siyasî ku hemû daxwazên me yên niha lixwe digre jibo hemû pirsgirêk çareser bibin di riya şandek hevbeş de di navbera aliyên parlemenê Iraqê û pêkhateyên Kurdistanê biçune Bexda di zûtirîn dem de.

2-Çareser kirina pirsgirêkên niha yên parlemen û hikûmetê, dîsa bi sazan siyasî û hikûmetek bi şiyan û rateqîne ye, sazan li ser bingeha baweriyê û hikûmetek bi tiwane ku karibe hemû pirsgirêkên hevbeşiya hikimraniya Iraqê çareser bike tevî pirsgirêkên Bexda û Herêma Kurdistanê.

3-Em dê şiyanên xwe bêhtir bikarbînin, jibo nav mala siyasiya Kurdistanê jibo çaresr kirina hemû pirsgirêkan û mafê hemû aliyan û pêkhateyan bê parastin.

4-Referandûm mafê demokratî yê Gelê Kurdistanê ye, bê guman yekemîn welat û yekemîn alî ku pêwîste em mijara referandûmê welatê Iraq û aliyên Iraqî ne.

Daxwazê ji hemû aliyan dikin ku take rê li pêşiya hemû aliyan ew e ku gotûbêjan bi hev re bikin, nek rekaberî, tolstendin û meramxwaziyê, herwiha divê hemû guhertin rewa û destûrî bin.

Partiya Demokrata Kurdistanê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

16.04.2016

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin