PDK-YNK: ”Mafê kurdan ê bilindkirina alê heye”

PDK-YNK: ”Mafê kurdan ê bilindkirina alê heye”

Çawa mafê hikûmeta Iraqê hebe li Kerkûkê Ala Iraqê hilde, heman awayî mafê Kurdistanê jî heye Ala Kurdistanê bilind bike.”

A+A-

Polîtbûroyên PDK û YNKê di civîna îro de derbarê dem û mekanîzmaya referandûmê de biryar stendin û herwiha derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de jî gotin; “Mafê kurdan ê bilindkirina alê heye.”

Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîna herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li ser mijara referandûm û serxwebûnê bidawî bû.

Piştî civînê aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand, ku mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê pir bi hûrûkir û berfereh hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku herdu aliyan biryar daye bi awayeke cidî liser mijara referandûmê weke mijareke neteweyî û niştîmanî kar bikin.  Herwiha herdu alî komîsyoneke hevbeş pêk bînin daku ligel aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo pêkanîna komîteyeke hevbeş, diyarkirina dem û mekanîzmaya çawaniya referandûmê danûstandinan bikin.

Polîtbûroya PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de diyar kirin; “Bi baweriya me hikûmeta Iraqê çendîn sal e xwe ji cîbicîkirina pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê vedidize. Lewma, çawa mafê hikûmeta Iraqê hebe li Kerkûkê Ala Iraqê hilde, heman awayî mafê Kurdistanê jî heye Ala Kurdistanê bilind bike.”

Herwiha hate gotin; “Çimkî di destûrê de bi zelalî amaje bi Kerkûkê û çend deverekê din hatiye kirin û weke “herêmên nakokî liser” hatine pênasekirin. Wate ji bo Kurdistanê jî li Kerkûkê bilidnkirina Ala Kurdistanê yasayî û destûrî ye.”  

Di daxuyaniya hevbeş de hate ragihandin, ku di civînê de rewşa navxwe ya Kurdistanê jî hatiye nirxandin û hate gotin; “Herdu alî yekhelwest in ku divê ji bo çereseriya pirsgirêkên siyasî, yasayî û aborî lez bê kirin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin