PDK: Yek peywir jî li vî sînorî ji me re nehat dayîn!

PDK: Yek peywir jî li vî sînorî ji me re nehat dayîn!

Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçe yê PDKê amaje bi wê yekê dike, PDK li devera Silêmaniyê ti peywirek ji wan re nehatiye dayîn û ev yek jî bûye sedemê nîgeraniyê.

A+A-

Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçe yê PDKê Eta Şêx Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li sînorê îdareya Silêmaniyê ti peywirekî PDKê tine, bi taybet li sînorê Helebçe û Raperîn û Germiyanê jî PDK ji hemû peywiran hatiye bêbeş kirin.’’

 

Herwaha neveşart ku bêbeş kirina PDKê bûye sedema nîgeraniyan û nabe PDK li vî sînorî ji aliyê îdarî ve bê bêbeş kirin.

 

Herwaha diyar kir pirsgirêka PDKê ya peywiran tineye, lê ji ber dixwaze ew xizmeta ku li Hewlêr û Duhokê tê pêşkeş ji xelkê re dike, bo Silêmaniyê jî veguhêze.

BASNEWS

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin