PDK û YNKê komîteya taybet bo Kerkûkê aktîv kirin

PDK û YNKê komîteya taybet bo Kerkûkê aktîv kirin

Polîtboruyên PDKê û YNKê îro li Hewlêrê civiyan û çawaniya beşdariya Kurd di hikûmeta Bexdayê de, yekrêzî û rewşa navxweyî ya li Kurdistanê û herwiha rewşa Kerkûkê gotûbêj kirin.

A+A-

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser yekhelwestî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de li Bexdayê kirine. Her du alî dibêjin: “Ji ber berjewendiya gelê me û hestyariya rewşê, her du alî tekezî li ser yekhelwestî û pêkve karkirina li Bexdayê û Kurdistanê dikin û bo vê armancê jî berdewam di pêwnediyê de dibin û amadekariyên pêwîst encam didin.”

 

Herwiha amaje bi rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û beşdariya aliyan di proseya siyasî de hatiye kirin û tê gotin: “Her weke ku di demên bihorî de me bi aşkere ragihandiye, ji bo yekrêziya navmala Kurdistanê û beşdariya hemû aliyên beşdar di proseya siyasî de, em hemû aliyan ji bo civîneke hevbeş vedixwînin, û bo vê mebestê jî komîteyek hat erkdarkirin bo amadekirina pêdawîstiyên vê civînê.”

 

Polîtboruyên PDKê û YNKê herwiha di civîna xwe de behsa rewşa Kerkûkê jî kirine û dane xuyakirin: “Ji ber hestyariya rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserkirina wê, biryar hat dan ew komîteya ku di civîna berê de hatibû pêkanîn, dest bi karên xwe bike, bo nirxandin û avêtina pêngavên pêwîst.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin