PDK û YNKê ji bo rêkeftinê lijneyek pêk anîn

PDK û YNKê ji bo rêkeftinê lijneyek pêk anîn

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) lijneyek pêk anî ku taybet e bi çêkirina jihevtêgihiştina zêdetir di navbera herdu aliyan de.

A+A-

Îro PDK û YNK di asteke bilind de civiyan û piştî civînê berdevkên herdu partiyan Mehmûd Mihemed û Seidî Ehmed Pîre civîneke çapemeniyê saz kirin.

 

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand: “Ji bo çareserkirinê çendîn mijar li ber destê me ne, ji bilî mijara pêkanîna hikûmetê, ku armanca sereke ya karên me ye.”

 

Mehmûd Mihemed diyar kir: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku lijneya danûstandinê ku berê hatibû pêkanîn, çalaktir be û dest bi karên xwe bike daku mijara pêkanîna hikûmetê û kabîneya nû zûtir were yekalîkirin û sîbereke demê hebe ji bo vê mijarê. Me ji herdu aliyan lijneyeke din jî pêk anî, ew lijne taybet e bi çêkirina jihevtêgihiştina zêdetir di navbera YNK û PDKê de di çarçoveya rêkeftinê de, daku ji niha û şûnde em bi hev re li gel aliyên din hikumraniya vî welatî bikin û bi pêkvebûnê em bêhtir xizmeta gelê Kurdistanê bikin.”

 

 

Mihemed herwiha got: “Weke PDK, YNK û aliyên din, ev yek ji bo me derketiye holê ku dema em bi hev re bin baştir dikarin xizmet bigihînin xelkê Kurdistanê û pirsgirêkan çareser bikin.”

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin