PDK û YNK bi karnameyeke hevbeş diçin Bexdayê

PDK û YNK bi karnameyeke hevbeş diçin Bexdayê

Ji bo guftûgoyên ligel Bexdayê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) karnameyeke hevbeş amade dikin û ji bo vê armancê jî di navbera polîtbûroya herdu partiyan de komîsyonek hevpar hatiye avakirin.

A+A-

Tê payîn vê carê mercên Kurdistan ji bo Bexdayê giran û giring bin. Xala herî sereke jî vegera pêşmerge ya ji bo Kerkûk û navçeyên nakok e û herwiha dubarenebûna cezakirina Herêma Kurdistanê ye.

 

Berpirsê Rêxistina Bexdayê yê PDKê Şivan Mihemed ragihand: “Em dixwazin di çarçoveya Destûra Iraqê de danûstandin ligel Herêma Kurdistanê were kirin. Me di civînan de bal kişandiye ser pêkanîna hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê kiriye.”

 

Yek ji xala herî giring vegera pêşmerge ya ji bo Kerkûk û navçeyên nakok e. Herwiha ji bo Kerkûkê danîna parêzgarekî Kurd, cîbicîkirina Madeya 140 û dubarenebûna cezakirina Herêma Kurdistanê, parvekirina postên Iraqê di nava pêkhateyan de, mijara bûdceya pêşmerge, petrol û enerjiyê jî xalên din ên sereke ne ku di karnameya Kurdan de cîh digrin.

 

Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre got, ku di danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dê PDK û YNK xwedî pakêtekî hevbeş bin û diyar kir, ku ew dixwazin li gel aliyên din ên Kurd jî li Bexdayê hemhelwest bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin