PDK-T: Miletê Kurd Komkujiya Dersimê Jibîr Nake

PDK-T: Miletê Kurd Komkujiya Dersimê Jibîr Nake

Partiya Demokrata Kurdistana-Tirkiye PDK-T li ser Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyek belav kir:

A+A-

Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:

"Miletê Kurd Komkujiya Dêrsimê Jibîr nake

Di dîroka miletê kurd de gelek komkujî pêk hatine. Li ser van karesatan miletê kurd dîtin û hestên xwe hergav anîne ziman. Gava ku kurd li dîroka xwe temaşe dikin, zilm û hovitiya dewletên dagirker eşkere derdikeve pêş. Hîna jî dewletên dagirker li ser xeta xwe ya dagirkerî, komkujî û çewsandinê dixwazin berdewam bin. Lê miletê kurd li miqabilî vê hovitiyê mirovperweriya xwe parastiye û doza aşitiyê ji xwe re kiriye rêbaz.

Di derbara Komkujiya Dêrsimê de Melê Hesanê Kurd di helbesteke xwe de hestên xwe wisa tîne zimên;

“Min awir da Gelê Dêrsim

Bi xwina sor bi rengdar e

Li ber berqefên Kûr

Min dit laşên spi sar e.

Keç û jinên Kurdan

Xwe diavêtin çemê Munzir

Digotin îro mirin cejn e

Ma navên Tirk û Tatare”

Em weke PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiye) 81 saliya komkujiya Dêrsimê bibîr tinin û hêzên ku di vê komkujiyê berpirsiyar bûn şermezar dikin. Em ji berpirsiyarên vê komkujiyê daxwaz dikin ku lêborinê ji miletê kurd û gelê Dêrsimê bikin. Dewleta Tirk divê fermî ji miletê kurd lêborinê bixwaze û mafê kurdan ên netewî li wana vegerîne."

Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê

Meclîsa Navendî

04 05 2018

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin