PDK-T: Em protokola M.E.Kardaşî ya digel HDPê îmze kiriye nas nakin

PDK-T: Em protokola M.E.Kardaşî ya digel HDPê îmze kiriye nas nakin

Endamê Komîteya Giştî yê PDK-T Hesen Ertaş di derbarê protokola HDP û Serokê PDK-Tyê Mehmed Emîn Kardaş daxuyaniyek belav kir û got “protokola M. Emîn Kardaş ligel HDPê îmze kiriye ne meşrû ye û ew wê protokolê nas nakin.

A+A-

Di daxuyaniya Komîteya Reveberiya Giştî ya PDK-Tyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku weke PDK-T wan pêşniyaza tifaqa Kurdistanî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) erenî dîtiye û wan biryar li ser wê yekê da ku ew ligel HDPê beşdarî tifaqa Kurdistanî bibin.

Herwiha wan berê jî ji rayagiştî ya kurdan re aşkere kiribû Rêveberîya Komîteya Giştî yê PDK- Tyê rojeva “tifaqa partiyê ligel HDPê” sipartibû Komîteya Rêveberî ye û Komîteya Rêveberiyê ew pêşniyaza HDPê pesend kiribû. Lêbelê Mehmed Emîn Kardaş, bêyî haya Komîteya Rêveberîyê jê çêbike bi dizî bi HDPê re civîn çêkiribûn û derketibû holê ku armanca wan civînên wî jî namzediya kurê wî Ozan Kardaş bûye.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê PDK- Tyê Mehmed Emîn Kardaş bi wan hevdîtinên bi dizî yên ligel HDPê û îmzekirina protokola hilbijartinê di serî de dijî Rêveberîya Komîteya Giştî ya Partiyê hemû lîjneyên partiyê derketiye.

 Herwiha hiqûq û tûzûka partiyê jî bin pê kiriye. Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ew wê protokola HDPê û Kardaş nas nakin û wiha hatiye gotin: Divê rayagiştî ya Kurdistanê bizanibe weke Endamên Rêveberîya Komîteya Giştî yên (PDK- T) em wê protokola Mehmed Emîn Kardaş a ligel HDPê îmze kiriye nas nakin. Ew protokol ne biryara Rêveberiya Komîteya Giştî ya PDK- Tyê ye. Ew protokol belgenameya encama hevdîtinên nihênî yên Mehmed Emîn Kardaş û HDPê ye û ne meşrû ye.”

Îro pênçşemê 21. 02. 2019an li navenda Serokê PDK-Tyê Mehmed Emîn Kardaş ligel HDPê protokoleke hilbijartinên herêmî îmze kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin