PDK-Sê êrîşên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir

PDK-Sê êrîşên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir

.

A+A-

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di daxuyaniyekê de êrîşên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

PDK-S di daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Bargeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Pasdarên Îranê ve bi mûşek û balafirên bê balafirvan di nav axa Herêma Kurdistanê de rastî êrîşan hat, hevdem bargeha Partiya "Komele" li gundê Zirgiwzê li Silêmaniyê û bargeha Partiya Azadiya Kurdistanê li devera Şêrawa li pirdê hatin armanckirin, û di encama wan êrîşan de derdorê 50 kesan şehîd û birîndar bûne.”

PDK-Sê di beşk din a daxuyaniya xwe de êrîşên rejîma Îranê şermezar kiriye û got: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê van êrîşên berdewam li ser bargehên partiyên Kurdî di nav axa Herêma Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tehranê ya ku terora sîstematîk li hundir û derveyî Îranê bi rê ve dibe, şermezar dikin.”

Dije Terora Kurdistanê duhî 28ê Îlona 2022an, bi daxuyaniyekê ragihand, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bi çar qonaxan rêze êrîş bi rêya mûşekên balîstîk û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî bo ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê, keleha demokrasiyê ya Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Koye, baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê, kampên niştecîbûnê yên Kurdên Rojhilat li Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Banegewre yên li parêzgeha Silêmaniyê û kampên Azadî û Qela û Emîriye yên li Koye kirin armanc.”

Dije Terora Kurdistanê eşkere kir: “Di êrîşan de zêdetirî 70 mûşekên balîstîk ên cûreya Fatîh û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî ji nav axa Îranê bi çar qonaxan hatine arastekirin, di encamê de jî  “Ji ber wan êrîşan heta niha 13 şehîd bûn ku di nav wan de jineke ducanî heye û 58 kes jî birîndar bûn

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin