PDK-S: Guftûgoyên yekrêzîya Kurdî, bi serperiştîya Serok Barzanî dikin

PDK-S: Guftûgoyên yekrêzîya Kurdî, bi serperiştîya Serok Barzanî dikin

Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) di raportekê de ragihand, ew amade ne bi serperiştîya Serok Mesûd Barzanî danûstandinên yekhelwestîya Kurdî – Kurdî bi awayekî cidî bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya sîyasî ya meha Çileya 2020an belav kir û tê de ragihand, hîna kiryarên revandin û eşkencedana welatîyan û dizî û talankirina mal û milkên xelkê ji encama êrîşa Tirkîyê û binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser gelê Kurd li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê berdewam in.

Ragihand jî, ev kiryar li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan, dezgehên civaka sivîl û civaka navdewletî tên kirin, di vê derbarê de jî serkirdeyên ENKSê bi hewlên xwe ligel alîyên pêwendîdar berdewam e û her dawî rêkeftinek bi Îtîlafa Opozîsyona Sûrîyê re îmze kir, ji bo avakirina hejmarek ji komîtan, ji bo rêxweşkirina vegera derbideran û kêmkirina binpêkirinan û rêgirtina li ber plana guhartina demografî.

Derbarê destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de, PDK-Sê di raporta xwe dîyar kir, Helwesta PDK-Sê heman helwesta ENKSê ye. ENKSê jî helwesta xwe ya erênî derbarê wê destpêxerîyê de ragihandîye û amadehîya xwe bo guftûgokirineke cidî jî nîşan daye, ku bi serperiştîya Serok Mesûd Barzanî û bi gerentîya alîyekî navdewletî be, ji bo parastina berjewendîyên gelê Kurd û bikeve xizmeta doza Kurdî ya rewa.

Li ser rewşa Sûrîyê bi giştî, di raporta Polîtburoya PDK-Sê de hat, kedên dîplomasîya navdewletê ên pêvejoya sîyasî di nava nakokîyên tûj ên sîyasî û serbazî de berdewam in, lê dîyar e alîyên pêwendîdar destpêkê hevrêzî û hevsengî li ser erdê tên kirin, piştre jî lihevhatina sîyasî li pişt perdeyan tên kirin, ji her alîyek berjewendîyên xwe yên pêşrojê biparêze.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin