PDK li ser pirsgirêkên  di rojeva Iraqê û Kurdistanê de ne daxuyaniyekê da

PDK li ser pirsgirêkên di rojeva Iraqê û Kurdistanê de ne daxuyaniyekê da

.

A+A-

PDKê daxwaza damezrandina Dadgeha Federalî ya Iraqê û danîna qanûna petrol û gazê kir.

Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî îro Yekşembê 8ê Gulana 2022an li Hewlêra paytext civîna xwe ya asayî lidar xist.

Di civînê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û endamê polîtburoya partiyê Mesrûr Barzanî jî amade bûn.

PDKê derbarê civîna îro ya encûmena serkirdatiya partiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û têde du daxwazên sereke yên PDKê ji hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê hatine aşkerekirin.

Li gor daxuyaniyê, PDKê di civîna xwe ya îro de daxwaza damezrandina saziyên destûrî û Dadgeha Federal a Iraqê li ser bingeha destûra hertimî ya Iraqê kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya PDKê de behsa rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatiye kirin û têde behsa pirsgirêk û astengiyên li pêşiya avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û nehîştina astengiyan û vekirina girêka siyasî ya li welat hatiye kirin, ew jî bi lidarxistina hejmarek rêzecivînan di çend rojên bihê de ligel aliyên Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî û aliyên din, bi berçavgirtina berjewendiyên gitştî yên welat ji bo nehîştina astengiyan û ji hev têgihîtinê bo derbaskirina welat ber bi qonaxeke baştir ve.

PDK di daxuyaniya xwe de herwiha dibêje, “Em berevaniyê li tevahiya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin û tekezî li cîbicîkirina bendên destûrî dikin bi taybetî benda 140. Herwiha avakirina saziyên destûrî, ji wan jî Encûmena Federalî û Dadgeha Federalî li gor destûra herdemî ya Iraqê û danîna qanûna petrol û gazê, li gor bendên destûrî yên girêdayî mijarê.”

Têkildarî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî, Encûmena Serkirdatia PDKê ragihandiye, “Civînê baş dît ku hewldan bên zêdekirin ji bo asayîbûna rewşê û ji hev têgihîştin û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind ên netewî û derbaskirina wan berjewendiyan bo jor berjewendiyên partayewtiyê.”

PDK daxwaz dike, hemû alî li ser bingeha berjewendiyên neguher ên niştiman û mafên destûrî nêzî hev bibin û bi hev re karên hevbeş bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de hatiye kirin û tê gotin, “Ji bo vê yekê em tekez dikin ku Parlamentoya Kurdistanê erkê xwe yê qanûnî pêk bîne û komîsyon bihê aktîvkirin.”

Derbarê rewşa navçeyê û têkiliyên ligel welatên cîran jî di daxuyaniyê de tê gotin, “Gotûbêj hat kirin derbarê berdewamîdan bi peywendiyên ligel welatên cîran li ser pirensîpa parastina berjewendiyên herdu aliyan û berçavgirtina ewlehiya Herêma Kurdistanê û wan welatana û parastina Herêma Kurdistanê û nebûna bi beşek ji pirsgirêkên di navbera wan welatan û welatên din de.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em çaverê ne aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê nebin sedema derketina pirsgirêk û giriftên siyasî û aborî bo Herêma Kurdistanê û rewşê li ber çav bigrin.”

PDK herwiha piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîne ziman û dibêje, “Em hêvîdarin tevahiya astengî bi tevahî bên jêbirin ku bernameyên wê (hikûmetê) di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin