PDK-Iranê: Ew şerê kurd li hember kurd mehkûm dikin

PDK-Iranê: Ew şerê kurd li hember kurd mehkûm dikin

Komîsyona Siyasî-Nizamî a PDKÎ derheq şerê di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞ`ê de, di 03.03.2017ê de daxûyaniyek belav kir

A+A-

Di daxuyanîyê de dihê gotin ku; ”Ew ji endamên xwe daxwaz dikin ku ew ji alîgirîkirin ji her aliyekî siyasî yên Rojavaya Kurdistanê biparêzin. Siyaseta partiya wan, alîgirîkirin ji tu yek li wan aliyên Roajava nîne li dijî aliyeke din.

Ew daxwaz dikin ku aliyên siyasî yên Rojava bikarin pirsgirêkên xwe bi rêya gotûbêj û diyaolgê çareser bikin û xwe biparêzin ji şer û pevçûnên çekdarî li dijî hev, heta ku xwîna keç û xortên kurd bi destên hevdu neyê rijandin.

Ew şerê kurd ligel kurd û birakujiyê mehkûm dikin, û her di wê demê de jî ew bê alî ne di pirsgirêk û nakokiyên navbera partiyên Kurdî de. ”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin