PDK-Îran: ”Riha wî şad û rîya wî ya pirr ji şanazî berdewam be”

PDK-Îran: ”Riha wî şad û rîya wî ya pirr ji şanazî berdewam be”

PDK-Îran: ”Riha wî şad û rîya wî ya pirr ji şanazî berdewam be”

A+A-

Di doma pêwendîgirtina pêşmergeyên PDKÎ û civatên xelkê Kurdistana Rojhilat, hêzên rejîma Îranê, êrîşên xwe li ser hêzên pêşmergeyên PDKÎ dest pê kirin, ku her niha jî berdewam dike. 

Di vê derheqê de, li gora nûçeya gihîştî destê me ji herêma Mehabadê ve, roja Înê 24’ê Hezîranê, demjimêr 4’ê piştînîvro di demekê de ku hêzeke pêşmergeyên PDKÎ di gundên “Du Çoman”, “Bagirdan”, “Hesen Çep”, û “Bêngiwên” de bêhna xwe vedidan, ketin ber êrîşa hêzên tepeserkar ên Komara Îslamî, ku piştî şerekî ne beramber û çend demjimêrî, ku gellek ji endamên hêzên rejîma Îranê, hatin kuştin yan jî birîndar bûn, hêza pêşmerge piştî şerekî qehremanane cihê pevçûnê bi silametî bi cih hêlan.

Li gora nûçeyeke din, pêşmergeyên PDKÎ li nevçeya Merîwanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve, piştî vê ku bi tundî dikevin ber êrîşa bi top û xompareyan, roja Şemiyê 25’ê Hezîranê, di navçeya Sewlawa dikevin boseya hêzên rejîmê de, û piştî şerekî qehremanane, hêza pêşmerge dikarin ku ji cihê pevçûnê dûr bikevin. Ji kuştî û birîndarên dijmin tu nûçeyek di ber dest de nîne, û mixabin pêşmergeyekî qehreman bi navê Kak “Şoreş Mênberî” di vê berxwedaniya qehremanane de şehîd bû.

Riha wî şad, û riya wî ya pirr ji şanazî berdewam be

Şêvra Leşkerî ya PDKÎ

http://www.kurdistanmedia.com/kurdi/dreje/24190

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin