PDK-Îran: ”Dr. Silêman xisarek bû bo hemû Kurdistanê”

PDK-Îran: ”Dr. Silêman xisarek bû bo hemû Kurdistanê”

Rihê wî şad be, û riya wî ya pir ji serwerî pir rêvîng be”

A+A-

Deftera Siyasî ya PDKÎranê di derheq şehîdbûna Dr. Seîd Çurukkaya de daxuyanî derxist. Di daxuyaniyê de dihê gotin ku;

Dr. Silêman li Bakura nîştiman ji dayîk bû, û di hemû parên Kurdistanê de, li pêxema rizgariya xaka Kurdistanê û bexteweriya neteweya xwe de, riha xwe gorî kir, û pêşmergeyekî rasteqîne yê Kurdistanê bû. 

Seîd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman, rahêner û şarezayekî baş ê biyavê dijî teqînan û dijî mayînan bû, û bi sedan pêşmergeyên Kurdistanê di vî warî de pê gehandibûn, û bi hezaran mayînan pûç kiribû, û riha hezaran pêşmergeyan ji tevlikên terorîstan parastibû.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî vê ku şanaziyê bi kesên welatparêz û xebatkar ên wekî Seîd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman dike, û tevî bibîranîna vê ku, li dîroka rizgarîxwaziya Kurd de, mînakên van cure hevpêwendiyan û beşdariya Kurdan, di xebata beşên din de zaf in, sersaxiyê dibêje malbata birêz Seîd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman, û xwe hevxemê wan dizane, ji ber ku jidestdayîna Seîd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman xisarek bû, bo hemû Kurdistanê. Rihê wî şad be, û riya wî ya pirr ji serwerî pirr rêvîng be”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin