PDK: Îdîayên HPGê ne rast in

PDK: Îdîayên HPGê ne rast in

.

A+A-

PDK îdîayên HPGê red kirin û got, “ti bingeheke wê nûçê nîne û  ji rastiyê jî dûr e.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê wan îdîayan belav kir ku dibêjin, li Xelîfan 7 gerîlayên PKK ji aliyê hêzên `PDK` ve hatine kuştin.

PDK di daxuyaniyê de amaje bi wê dike, navendeke ser bi PKKê bi navê HPGê, îddîaya wê yekê dike ku 7 gerîlayên  PKK li devera Xelîfan ji aliyê PDK ve hatine kuştin û PDK tekez dike ku ti bingeheke wê nûçê nîne û  ji rastiyê jî dûr e.

Di daxuyaniyê de tê gotin, armanc ji wê nûçeyê anîna navê Partiya Demokrata Kurdistanê û belavkirina mijarên nerast ji bo veşartina tawanên wan e, “Ev yek hincet in ji bo karên wan yê ne yasayî û destdirêjiya li ser Herêma Kurdistanê.”

Herweha di daxuyaniyê de hatiye, xelkê Kurdistanê dipirse û pêwîst e PKKê bersivê bide, ku PKK li devera Xelîfan çi dike, çi karê wan li wir heye û çi pêwendiya wan bi wê deverê re heye!

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, duh daxuyaniyek belav kir. Li gor wê daxuyaniyê, li herêma Xelîfan 7 gerîlayên wan ji aliyê hêzên “PDKê ve hatine şehîdkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin