PDK-Î: Îran agahiyên rasteqîn vedişêre!

PDK-Î: Îran agahiyên rasteqîn vedişêre!

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî li ser xwepêşandanên li Îranê, ji Sputnikê re axivî û got rejîma Îranê hejmara kuştî, girtî û birîndaran vedişêre.

A+A-

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî ji bo xwepêşandanan got: "Xwepêşandanên ku 5-6 roj berê pêşî li bajarên Meşhed û Qumê destpêkirin niha li seranserê Îranê belav dibin. Înqîlaba Komara Îslamî jî li van herdu bajaran destpêkiribû. Ev herdu bajar ji bo bîr û hizra wan wek bajarên paytext in. Ji bo Îranê xwepêşandanên li Meşhed û Qumê tiştekî xeyrî murtezre bû. Ev Xwepêşandan di demeke gelekî kin de li seranserê Îranê belav bû."

Berdevkê PDKÎyê Rostem Cihangirî di axaftina xwe de got. "Rejim ji ber xwepêşandanên girseyî ketiye tirs û xofê û li hemû bajarên ku xwepêşandanên lê diqewimin dest bi girtin û kuştinê kiriye. Çapemeniya Îranê yekem care radigihîne ku di protestoyan de însan hatine kuştin. Di daxuyaniya xwe de jî dibêje ev kes di protestoyan de hatine kuştin, lê ne rast dibêje. Li gor agahiyên ku têne berdestê me û em ji jêderan bi dest dixin rêjeya kuştî, girtî û birîndaran pir zêde ye."

Rostem Cihangirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêjeyeke ku ez wek reqem bidim li ber destê me tineye, lê ez dikarim bêjim hejmara kuştî û birîndaran ji reqemên ku çapemeniya îranî belav dike pir zêde ye. Li gor daxuyaniya rejimê li Meşhedê 52, li Urmiyê zêdetirî 10 kesan, li Kirmaşanê bi dehan kes hatine girtin, lê ev rêjeya girtinan jî ne rast e. Li gor çavkaniyên me li seranserê Îranê bi sedan kes hatine girtin û binçavkirin. Ev jî reqemên ku xelk dizane, lewma bi şev jî bi ser malan de digrin û gelek kesan digrin. Digel kuştin, girtin û birîndaran jî hêzên siyasî bi biryar in hetanî hilweşandina rejimê vê serhildanê bidomînin."

Cihangirî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî diruşmên siyasî yên kirmaşaniyan li Îranê rojev guherî. Kirmaşan bû yekem bajar ku bi diruşmên xwe yên siyasî diruşmên nan û avî guherand. Kirmaşan bi diruşmên xwe yên wek ‘Kirmaşan keleha berxwedanê ya rojhilat e', ‘Kurdistan yek welat e û Kirmaşan paytext e' û ‘Bijî Pêşmerge bijî azadiya neteweyî' ev hemû diruşmên siyasî ne ku xwepêşandarên Kirmaşanê di protestoyan de dibêjin. Herî dawî şevê din li bajarê Sine serhildan li dar ket û ev gav bi gav li bajarên din rojhilat ên wek Urmiye û Xoyê dewam dike."

Berdevkê PDKÎyê di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo xwepêşandanan me daxuyaniyek belav kir ku em wek PDKÎ bi hemû hêza xwe piştgiriya serhildana gelê Îranê dikin û hemû endam û kargirên partiyê beşdar û alîgir in."

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin