PDK: “Hun newêrin şerê Tirkan bikin û ji wan direvin, wan tînin ser axa me”

PDK: “Hun newêrin şerê Tirkan bikin û ji wan direvin, wan tînin ser axa me”

.

A+A-

Li ser hevpeyvîneka hevseroka KCK ê Besê Hozat ku di televîzyoneka layangirê PKK ê de kiriye, PDK e bersiva axaftina di wê ya di televîzyonê de  da. PDK di bersiva xwe ya ku di ser malpera kdp.info de bo KCK ê da, got:

“ Em hemû baş dizanin, ku hûn cesaret nakin û hûn newêrin şerê Tirkan bikin û her roj, ji ber wan direvin û hûn artêşa Tirkiyê li pey xwe tînin nava axa Başûrê Kurdistanê.”

Bersiva Partiya Demokrata Kurdistanê bi temamî wehaye:

“Bersivek bo Besê Hozat a hevseroka KCK ê,

Besê Hozat a cotseroka KCK ê, di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke ser bi PKKê de, zêdegaviyan dike û dibêje, ‘PDK şer li dijî gelê Kurd ragihandiye û hinek zimandirêjiyên din li dijî PDK ê kiriye û behsa vegera ji bo xeta netewî dike.

Em di bersiva wê de dibêjin, erê Besê Xan a hevseroka KCK ê!

Baş e PDK şer ragihandiye yan hûn her roj, Kurdekî li kû dera dinyayê hebe, hûn bela xwe difroşinê?

PDK gundên we dagîr kiriye an we bi sedan gundên Herêma Kurdistanê bi zilm û zoriyê ji xelkê stendiye û dagîr kiriye û hûn nahêlin kes biçe mal û milkên xwe?

Baş e, Besê ya hevserok! Em ji te dipirsin, PDK hatiye ser axa we yan hûn bi bêşerm û fedî hatine we axa vî miletê ku zilmê dîtiye, dagîr kiriye?

Ji me re bêjin, PDK endam û kadroyên we kuştine, yan hûn kadirên PDK ê şehîd dikin?

PDK tenê karek kiriye, ew jî vekirina sîng û mala xwe ye ji we re û alîkariya we kiriye, lê we xwe bi neciwamêrî kiriye xwediyê malê xelkê û hûn xwe dikin bedîl ji dezgehên Hikûmeta Kurdistanê re.

PDK çi kiriye ku hûn dibêjin PDK şer ragihandiye? Eger PDK ji we re bêje xelkê Başûr nekujin û zilmê li wan nekin û erd û baxên wan dagîr nekin… gelo ev ragihandina şer e?

Hûn ne ji niha de, lê belê ji kevin de, hûn di nava şerê li dijî gelê Kurd de ne. Hewce nake hûn gotinên netewî û Kurdbûnê bêjin, herkes baş we nas dike, ku hûn çi ne û hûn çawa hizir dikin, zereyekê baweriya we bi netewe û berjewendiyên gelê Kurd nayê, û hûn li pey îdeolojiyeka ecêb û xerîb û aloz ketine, ku qet hûn rêzê ji hizrên netewê re nagrin. Xelkê Kurdistanê baş we nas dikin, û xelkê Kurdistanê ne di wê asta nizim de ne ku hûn bi gotinên netewî wan bixapînin.

Em hemû baş dizanin, ku hûn cesaret nakin û hûn newêrin şerê Tirkan bikin û her roj ji ber wan direvin û hûn artêşa Tirkiyê li pey xwe tînin nava axa Başûrê Kurdistanê. Hûn newêrin nêzîkî xelkê bibin û tenê li pêşiya we maye ku hûn bela xwe bifroşin Kurdên feqîr.

Hûn netiştik in, hûn komek kesê destkurt û ziman dirêj in. Hemû xelk ji we aciz û bêzar in, aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ji we bêzar in, lê newêrin bêjin. Lê PDK li hemberî karên we bêdeng namîne û zilm û tadeya we ji miletê hejar re, qebûl nake.

Eger hûn nikaribin bi xelkê, herî kêm bêdeng rûnên û zimanê xwe dirêj nekin, Eger hûn berdewam bin li ser van ziman dirêjiyan, bêguman hûnê ziyanê bibînin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin