PDK: Em biryara Parlamentoya Iraqê qebûl nakin

PDK: Em biryara Parlamentoya Iraqê qebûl nakin

Polîtburoya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di derbarê biryar û yasayên Parlamentoya Iraqê de ragehand ku, ew biryar û yasa nedestûrî û neyasayî ne û nayê qebûlkirin, eger ev pêngav were standin PDKê dê helwesta xwe hebe.

A+A-

Polîtbûroya siyasî ya PDKê di civîna xwe ya dawî de daxuyaniyek belav kir tê de wiha hat gotin:

"Îro Iraq ber bi rewşeke naxwastî ve derbas dibe taybet jî piştî derketina encamên proseya helbejiartinan piştî ku, beşek ji beşdarên proseya siyasî, ku di hilbijartinan de serkeftî nebûne û encam di berjewendiya wan de nebûye bêyî berçavgirtina destûr û yasayan biryar û helwesteke wiha wergirtine û diyar kir, ku ev yek hemû pêvajoyan ber bi aliyeke metirsîdar ve dibe.

Tevî ku em weke PDK ti nûnerê me di Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de nînin , lê ji ber hestkirina bi berpirsiyariyê, piştî bidawîbûna proseya hilbijartinan û ragihandina encaman,  me nîgeraniya xwe ragihand. Ji bo ji holê rakirina guman û nîgeraniyên hemû aliyan û parastina seqamgîriyê me baş zanî, ku di wan cîh û wêstgehên ku gilî li ser wan heye, li gorî yasayan lêkolîn were kirin, li gorî pêwîstiyan deng bi dest werin hejmartin û eger pêwîst jî be li hemû Iraq û Kurdistanê deng bi dest werin hejmartin, niha jî nêrîna me bi vî awayî ye.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi piştgiriya hindek aliyan hinek siwarbûyên şepola neraziyê û nerazîbûna çend kes û aliyek biryarên neyasayî derxistine, ku ev yek jî proseya siyasî ya Iraqê aloz dike.

Xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî ve xwedî mafê destûrî ne ku beşdarî dengdanê bibin û bi awayeke azad nûnerên xwe destnîşan bikin, lewma nabe ev maf were desteserkirin. Hêzên pêşmerge û hêzên asayîşê ew hêzên qehreman in, ku bi lehengiyeke mezin û canfidayî berevnaiya xelkê Kurdistanê, Iraqê û cîhanê jî kirin û di vê oxirê de gelek qurbanî dan. Ji dêvla ku werin xelatkirin û rêz ji wan re were girtin, Parlamentoya Iraqê biryara betalkirina dengên wan derxistiye! Ev biryar û yasa pêngaveke nedestûrî û neyasayî ye û nayê qebûl kirin. Em piştrast in, ku gelê Kurdistanê û aliyên dilsoz ên Iraq û Kurdistanê vê biryar û yasayê qebûl nakin.

Nehejmartina dendên taybet ên koçberên Kurdên Êzidî û herwiha dengderên bimerc ên derveyî welat jî kir û da xuyakirin, ku divê hejmartina wan li gorî yasayen be ne ku li gorî berjewendiyên hinek kes an jî aliyan.

PDKê di dawiya got Ku, ew vê biryarê dijî daxwaz û îradeya gelê Iraqê bi giştî û bi taybetî jî ya gelê Kurdistanê” binav kir û ev yek wek, “destpêkeke metirsîdar û zêdeti alozî û neseqamgirî pênase kir, herwiha daxwaz kir, ku ev biryar careke din li ber çavan re were derbaskirin, li gorî destûr û berjewendiyên giştî were hilweşandin, em weke PDK û gelek aliyên din, ku di xema aramî û çareseriya aloziyan de ne, dê helwestê me hebe. Lewma ji vi em bang li hemû aliyên peywendîdar ên navxwe yên Iraqê û derve dikin, ku demek ji ya din zûtir ji bo çareserî, aramî û seqamgîriyê hewlên xwe bidin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin