PDK berbijêrên Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir

PDK berbijêrên Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berbijêrên xwe ji bo postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir.

A+A-

Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.

 

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Encûmena Serkirdetiya PDKê di civîneke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir û ragihand: “Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin